Li Elmanyayê krîza sektora otomotîvê

Li Yekîtiya Ewropayê, plana ku di sala 2035’an de wesaîtên bi benzîn û mazotê bên qedexekirin heye. Ev rewş di sektora otomotîvê yê Elmanyayê de krîzê çêdike.

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz wê îro bi nûnerên pîşesaziya otomotîv re bicive da ku ji bo krîzê li çareseriyê bigere. Di civînê de wê plana YE’yê ya qedexekirina wesayîtên bi benzîn û mazotê ku çav li rêye di sala 2035’an de bikeve meriyetê hebe. Daxwaz ew e ku ev qedexe bê rakirin an jî paşdexistin.

Hilberînerên wekî Volkswagen, BMW, Audi û Mercedes-Benz, nikarin bi hilberînerên Çînê ku wesayîtên hê erzantir û bi qelîte re pêşbaziyê bikin. Her wiha ji ber lêçûnên enerjiyê gazinan dikin. Di sala dawî de di sektora otomotîvê de bêhtirî 50 hezar windahiya kar hene.