Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya afîşan hate lidarxistin. Di çalakiya Women Defend Rojava û jinên Kurd de hêzên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin şerê qirêj ê dewleta Tirk hatin teşîrkirin.
Jinan bang li hemû jinan kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û diyar kirin ku heta êrîş neyên rawestandin dê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakgeran bang li hêz û saziyên navneteweyî kirin ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta faşîst a li ser xaka Kurdistanê li peywîra xwe rabin.