Li Frankfûrtê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Frankfûrtê êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk a dagiker û sûcên wê yên şer hatin şermezarkirin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê pêk tê, bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Kurdan bal kişand li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker.

Kurdistanî li ber Haûptbahnhof Frankfûrtê hatin ba hev û belavok belav kiri. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê û HPG’ê hatin hilgirtin. Kurdan bi cilên spî yên li ber xwe kirin, bal kişandin li ser sûcên dewleta Tirk a dagiker.

Çalakî bi dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.