Li Fransayê ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li bajarê Toûloûse û banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê yên Fransayê, ciwanên Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Toûloûse yê Fransayê li pêşiya balafirgeha Toûloûseyê li hev civiyan.

Ciwanan tevî alên PKK û YBŞ'ê her wiha pankartên ji bo şermezarikrina êrişên dagirkeriyê hildan û bi dirûşma "Em Kurdistanê biparêzin" li hev civiyan.

Ciwanan ev peyam dan: "Ji 17'ê Nîsanê û vir ve bi hevkariya rejîma AKP-MHP'ê û PDK'ê li Başûrê Kurdistanê êriş têne kirin û ev êriş bi berxwedana gerîla tê têkbirin.

Bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya têkçûna dagirkeran e. Dewleta Tirk a faşîst ku sûcê şer dike; çekên kîmyewî bi kar tîne. Lewma divê em li dijî sûcê şer dakevin qadan û gel agahdar bikin."

Ciwanan her wiah bal kişand ser êrişa hêzên Kazimî ya li ser Şengalê û ragihand ku civaka Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hatiye hiştin û banga têkoşînê li Kurdan kirin.

VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger girseya gel li hev civiya û êriş şermezar kir.

Di çalakiyê de êrişên li dijî qadên gerîla û êrişên li hemberî xelkê Şengalê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em li ku dibin bila bibin em ê li qadan bin."