Li Fransayê tûra duyemîn a hilbijartinê: Wê meclîsek çawa pêk were?
Hilbijêr ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên li Fransayê çûn ser sindoqan. Encamên tûra duyemîn ji bo Macron destpêka serdemek dijwar nîşan dide.
Hilbijêr ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên li Fransayê çûn ser sindoqan. Encamên tûra duyemîn ji bo Macron destpêka serdemek dijwar nîşan dide.
Di hilbijartinên tûra yekem de ku Yekşema borî pêk hat, koalîsyona Serokkomar Emmanuel Macron "Ensemble" (Bi hev re) ji sedî 25,75’ê dengan li pêş bû.
Koalîsyona ji partiyên çep Nûpes jî ji sedî 25.66 ê dengan wergirt û di rêza duyemîn de cih girt.
(Nupes) Ekolojiya Nû û Yekîtiya Gelan a Civakî ji La France Insoumise (LFI), Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Sosyalîst (PS) û Ekolojiya Ewropa- Keskan (EELV) pêk tê.
Rêjeya kesên ku di tûra ewil a 12'ê Hezîranê de neçûn ser sindoqan, ji sedî 52,49'an ku di komara V. de tevlîbûna herî kêm bû.
Di tûra duyemîn de wê helwesta bêeleqe diyarker be. Lê belê, bi awayê niha, anketan nîşan didin ku Emmanuel Macron wê di parlamentoya 577 kursî de hejmara herî zêde bi dest bixe. Lê bidestxistina piraniya mutleq a pêwîst a ji 289 kursiyan ji bo Macron di xetereyê de ye.
Tê texmînkirin ku koalîsyona Ensembleyê di navbera 255 û 295 kursiyan de bigire. Nupes dikare di navbera 150 û 210 kursiyan bigire.
Li metropolan saet di 08:00 de dengdayînê dest pê kir. Bang li 48.7 milyon hilbijêrî hate ikrin ku dengê xwe bidin. Dengdan wê di navbera saet 18:00-20:00 de biqede. Encamên ewil di saet 20.00’an de tê payîn ku bê parvekirin.
Serokomar Emmanuel Macron bang li hilbijêran kir deng bidin wî. Macron got, "Em di serdemeke hilbijartinê de ne û hilbijartinên mezin tu carî bi dengnedanê nayên kirin."
Rewşa heyî jî weke serkeftineke koalîsyona çep tê dîtin. Jean-Luc Melenchon, serokê LFI, ku pêşengiya koalîsyona Nupes dike, ji hilbijêran jî xwest ku "biçin ser sindoqan" da ku koalîsyona çep dengê piraniyê bi dest bixe.
Koalîsyona çep dixwaze Melenchon wekî serokwezîr were tayînkirin. Ji sala 1958’an û vir ve 3 caran serokkomar wek serokwezîrê muxalefetê hatî erkdar kirin.
Ji aliyê din ve, partiya rastgiriya tund a Eniya Niştimanî (RN) pêşveçûna xwe didomîne. RN a ku di tûra yekemîn de ji sedî 18,68 dengan bû sêyemîn, di tûra duyemîn de li 200 herêman cih girt. RN ku niha xwedî 8 parlementeran e, dikare bigihêje 15 kursiyên ku ji bo avakirina koma parlementoyê hewce ne.
LI MECLÎSÊ LI BENDA GUHERÎNÊN RADÎKAL IN
Li gorî analîza rojnameya Liberationê, hilbijartinên duyemîn di Meclîsê de ku ji sala 2017’an vir ve partiya Macron serdest e, guhertineke radîkal nîşan dide.