Li Freîbûrg û Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Freîbûrgê di bin pêşengiya jinan de êrşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî a navnetewî hatin protestokirin. Li Marsîlyayê jî ciwanan bi heman armancê li ber avahiya Nûnertiya Parlementoya YE’yê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

 

Li Freîbûrgê di bin pêşengiya jinan de êrşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî a navnetewî hatin protestokirin. Li Marsîlyayê jî ciwanan bi heman armancê li ber avahiya Nûnertiya Parlementoya YE’yê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Li bajarên Freîbûrg a Elmanyayê û Marsîlya a Fransayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê çalakî hatin li darxistin.

FREÎBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê di bin pêşengiya Meclîsa Jin a Nûda de ji bo êrîşên dagirkeriyê protesto bikin, li Kaîser Joseph SraBe a ku avahiyên dewletê lê tên dîtin hatin ba hev.

Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK bê ku bi rawestin, xaka Kurdistanê bomberan dike. Her çiqasî ku faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna xwe ya hebûnê bi êrîşkirina xak û gelên Kurdistanê dixwaze îspat bike, ji aliyê cesaret û berxwedana şervanên azadiyê yên Kurd ve vale hate derxistin. Em wek jinên Kurd yên ku li Ewrupayê dijîn, em welatên Ewrupa ji van qetlîamên ku li ser xaka me tên jiyan kirin, qût nabînin. Em axaftina dûh a Wezîrê Têkiliyên Derve yê Elmanyayê ku êrîşên dewleta Tirk weke rewa nîşan dikir, îspata wê ya herî berbicav dibînin. Em her kesê ku piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk û li dijî wê bêdeng dimînin, şermezar dikin. ”

Piştre daxuyanî hat xwend û girseyê dest bi çalakiyê kir.

Li aliyê din ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexe were derxistin îmze hatin komkirin. Her wiha kesên ku li derdor derbaz dibûn têkildarî mijarê hatin agahdarkirin.

MARSÎLYA

Ciwanên Kurd ên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi armanca protestokirina helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li ber Nûnertiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanên Kurd bang li Yekîtiya Ewropa ya ku guhên xwe ji şerê li Kurdistanê girtiye û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Kurdistanê rewa dike, kirin ku li dijî sûcên şer ên tên kirin helwestê nîşan bidin.