Li Helsinkiyê êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hate şermerzarkirin

Kurdan û dostên wan li Helsînkiyê li hemberî êrîşên dagirkirinê li ber avahiya nûnertiya Yekitiya Ewwropa çalakî li dar xist. Kurdan di çalakiyê de bal kişand li ser êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li hemberî êrîşên dagirkirinê li ber avahiya nûnertiya Yekitiya Ewropayê (YE) çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya NCDK’ê û beşdariya gelek Kurdan hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK‘ê û HPG’ê hatin hildan. Kurdan di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bimre xiyanet“ û “PKK gel e, gel li vire“ berz kirin.

Kurdan li ber nûnertiya Yekitiya Ewropayê daxuyanî da û bal kişandin li ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê.

Ji çalakgeran şandeyek çû hundirê nûnertiya  Yekitiya Ewropayê û dosyayek li ser sûcên şer ên dewleta Tirk radestî nûnertiyê kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên li hemberî dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi dawî bû.