Li Helsînkiyê siyaseta sêdare ya Îranê hat şermezarkirin

Hejmarek Kurdên li Fînlandiya dijîn bi armanca bîranîna şehîdên 9’ê Gulanê û protestokirina sêdaredana şoreşgerên Kurd li ber Sefaretxaneya Îranê ya li Helsînkiyê çalakiyek lidarxistin.

Kurdên li Fînlandiya îro ji bo bîranîna şehîdên PJAK’ê û protestokirina sêdaredana şoreşgerên Kurd li ber Sefaretxaneya Îranê çalakiyek lidar xistin.

Rejîma Îranê di 9’ê Gulana 2010’an çar şoreşgerên Kurd yên bi navê Mamosta Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan li sêdare dan. Bi armanca şermezarkirina wî kiriyarê dijî Kurd û nemirovî û hemû cînayetên komara Îslamî ya Îranê, Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a li Fînlandiya çalakiyek li ber Sefaretxaneya Îranê ya li bajarê Helsînkî organîze kir.

Çalakvan li ber Metroya Kulosaarî civiyan û heya ber deriyê sefareta Îranê meşiyan. Çalakvanên ku li ber sefaretxaneyê kom bûn, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PJAK’ê hildan. Li wir daxuyaniyek hat dayîn.

Piştî daxuyaniyê çalakvanan bê navber dirûşmeyên “Bimre Komara Îslamî”, “Komara Îslamî kujere”, “Şehîd namirin” û “Emê tola şehîdan hilînin” hatin berzkirin.