Li Londra û Evryê xiyanet û dagirkerî hat protestokirin

Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 17‘ê Nîsanê dest pê bûn û xiyanetê PDK’ê li paytexta Îngilîstanê, Londrayê û banliyoya Evryê ya paytexta Fransa, Parîsê protesto kirin

Gelek Kurdistanî tev li meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Meclîsa Jinan a Îngilîstanê û Meclîsa Gel a Londrayê ve hat kirin, bûn.

Girseyê di meşê de pankart û dowîzên êrîş û têkiliya dewleta Tirk a bi NATO’yê derdixin pêş hilgirtin û bê navber dirûşmeyên ‘’Erdoganê terorîst’’, ‘’Komkujiya li Kurdistanê rawestîne’’, ‘’Bijî Berxwedana Zapê“ û ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin. Çalakî bi govendê bi dawî bû.

EVRY

Li ber banliyoya Evryê paytexta Fransayê Parîsê jî  çalakiyek hat li darxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hat şermezar kirin.

Gelek Kurd û dostên wan tev li meşa ku di bin pêşengtiya Meclîsa Jinên Botan a Çîçekê de hatî despê kirin, bûn. Girse ji Meclîsa Evryê heya Avahiya Şaredariya Grîngyê meşiyan û li vir mîtingek li dar xistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên bi piştevaniya berxwedanê Zapê re, hatin berz kirin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.