Li Lorîentê li dijî qedexeyê îmze hatin berhevkirin

Di Mîhrîcana Fête du Bol Air a Lorîentê de, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hem îmze hatin berhevkirin hem jî ji gel re behsa têkoşîna rewa ya PKK’ê hat kirin.

Di Mîhrîcana Fête du Bol Air a Lorîentê de, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe standa îmzeyan hate danîn. Li qada standê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê û HPG’ê hatin hildan. Di standê de di çarçoveya kampanyaya Înîsiyatîfa Ji Kurdan re Edalet a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hem îmze hatin berhevkirin hem jî ji gel re behsa têkoşîna rewa ya PKK’ê hat kirin.

Mîhrîcana ku li parka Lanester Parc du Plessis hat lidarxistin, bi muzîk, lîstikên şanoyê û govendê bi dawî bû.