Li Lozan û Lûzernê li dijî qedexeya PKK’ê çalakî berdewam in

Di standên li Lozan û Lûzernê hatine danîn de, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hem îmze hatin berhevkirin hem jî ji gel re behsa têkoşîna rewa ya PKK’ê hat kirin.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsta qedexekirî, li bajarên Lozan û Lûzern ên Swîsreyê stand hatin danîn û raya giştî di der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat agahdar kirin.

LOZAN

Nêzîkê 7 meh in standa ji meha Mijdarê ya sala 2021‘î heta bi niha her roja Çarşemiyê ji aliyê Kurdistaniyan ve tê vekirin. Li standa ji aliyê Navenda Civaka Kurd û endamên Meclîsa Jinan Lajîn ve hatiye danîn ji bo derxistina PKK’ê li lîsteya qedexekirî îmze tên berhevkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Lozanê Hatîce Kandal di der barê çalakiyê de ji ANF’ê re axivî û wiha got: ‘’Em paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Swîsreyiyan didin naskirin û baş xwedî li kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexekirî derdikevin.’’ Kandal wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Em ji aliyekî ve di der barê ku çima divê Serokatiya me azad bibe û ji bo bidawîbûna qedexeya PKK’ê jî em îmzeyan berhev dikin. Di çalakiya xwe de em li teşhîrkirina konsepta êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî dewam dikin.’’

LÛZERN

Çalakiya standê ya li Lûzernê hat vekirin de jî ji aliyê Navenda Civaka Kurd û encamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan tê lidarxistin.

Di standa li Bahnofplatzê hat danîn de jî hem îmze hatin berhevkirin hem jî di der barê têkoşîna rewa ya PKK’ê de kesên di ber standê re diçin û dihên, tên agahdarkirin.