Li Lozanê pêşniyarnameyek têkildarî êrîşên dagirkeriyê hat pêşkêşkirin

Li Meclîsa Şaredariya Lozanê ji bo li dijî êrîşên dagirkeriyê helwest bê girtin pêşniyarnameyek hat pêşkêşkirin.

Meclisa bajarê Lozan yê Swîsreyê duh bi şev li hev civiya. Li Lozanê pêşniyarnameya bi rojeva lezgîn ya li ser navê koma Tevgera Çep a Bihevre (Ensemble a Gaûche) hat pêşkêşkirin, duh di meclîsa Lozanê de hat nîqaşkirin. Li ser navê partiyê Sevgî Koyûncû pêşniyarname pêşkêş kir. Di pêşniyarnameyê de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hatin nirxandin. Piştî ku pêşniyarname pêşkêşî meclîsê hat kirin, axaftin hatin kirin. Ji şaredariyê pirs hatin kirin û pêşniyarname ji bilî çend dengên bêalî yên meclîsa Lozanê ya ji 100 kesî pêk tê bi dengê ‘erê’ ya hemû kesan hat qebûlkirin.

Li ser navê Tevgera Çep jî Endama Meclîsa Şaredariyê Sevgî Koyûncû axivî, pirs pirsîn û Şaredar Gregoîre Jûnod jî bersiv da. Jûnod got:

“Peymana Lozanê peymaneke bi mehan dom kir û hêzên navneteweyî piştî Sevrê careke din li ser wê nîqaş kirin û îmze kirin. Di vê peymanê de rola Lozanê ya siyasî nîne, tenê rola wê ya mêvandariya dîplomatîk heye. Kurd bi vê peymanê bûne çar parçe. Di vê peymanê de dewleta Tirk qebûl kiribû ku wê mafên kêmneteweyan bên garantîkirin. Lê bi gotina ‘Kurd ne hindikahînin’ dayina mafên wan qebûl nekir.”

BAL HAT KIŞANDIN LI SER DAGIRKERIYA TIRK

Di daxuyaniya li ser navê Ensemble a Gaûche de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat kirin û hat destnîşankirin, “Herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê di bin êrîşên dijwar ên artêşa Tirk de ne. Wezîrê şer yê Tirkiyê Hûlûsî Akar ku vî şerî weke ‘operasyona herî berfireh a leşkerî ya di dîroka Komara Tirkiyê de’ bi nav dike, şereke topyekûn e.

Tirkiye ji niha ve beşek mezin ji herêma Helebê û beşek ji herêmên Sûriyê ku piraniya wan Kurdin, ango Rojava, dagir kiriye. Milîsên xwe yên Îslamî, sîstema îdarî û polîsî bi cih kiriye, bi siyaseteke eşkere ya paqijkirina etnîkî xelkê sivîl ên van herêman tirsand, êrîş kir û derxist. Tirkiye ne tenê Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye, her roj bi balafirên bêmirov û topan êrîşî herêmên din ên Rojava jî dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi komên terorîst ên Îslamî yên herî tund û paşverû re hevkariyê dike ku bi hezaran çete di dagirkeriya heyî ya her du dewletên cîran de bi cih bike.

Serokomarê Tirk ji bo Kurdan û daxwazên wan ên demokrasiyê tune bike, şerê îdeolojîk, nîjadperestî û neteweperestiyê dike. Dewleta Tirk a otorîter her ku diçe zêdetir di kesayeta serokomariyê de xwe winda dike û xwe dispêre îdeolojiyên nîjadperest, înkarker, îslamperest û neteweperest. Bi kuştin û zindanîkirina hejmareke zêde ya rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û çalakvanên siyasî yên muxalif, zextên bê rawestan li ser azadiya raderbirînê û hemû muxalefeta siyasî berdewam dikin.”

‘DEWLETA TIRK ÎSTÎKRARA ROJHILATA NAVÎN TÊK DIDE’

Di pirsnameya hatî pêşkêşkirin de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dibe ku ev bûyer ji Lozanê dûr xuya bikin û bajarê me eleqedar nakin. Her çiqas bajarê me cihê ku Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin be jî, ev semboleke ku li Tirkiyê her kes pê dizane. 100’emîn salvegera Peymana Lozanê wê di 24’ê Tîrmeha 2023’an de bi tevahî were bibîranîn. Ev yan ji bo dubarekirina efsaneyên damezrîner ên neteweperestên Tirk bi qîmeta (qirkirina) Ermenî, Yewnanî û Kurdan dikare bibe firsendek, an jî bibe firsendek ji bo lêpirsînkirina vê dîrokê. Bînin bîra xwe ku pirengiya çandî, olî û siyasî ya ku Tirkiye ji beriya ku bibe netew-dewleteke Tirk û Sunî, dewlemend kiribû. Her wiha, siyaseta dewleta Tirk a neteweperest, îslamîst û zêdexwaz, faktorek e ku Rojhilata Navîn bêîstiqrar dike, rasterast dibe alîkar ku bi sed hezaran mirov koçber bibin û terorîzma îslamîst berdewam bike.

1- Helwesta Şaredariyê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Iraq û Sûriyê de çi ye? Çawa ku piştgiriya gelê Ukraynayê kir, gelo amade ye ku bi eşkere piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan bide?

2- Bi nêzîkbûna 100. salvegera Peymana Lozanê re dewleta Tirk ji bo belavkirina îdeolojiyên xwe yên nîjadperest, înkarker û neteweperest hewl dide vê yekê bi kar bîne. Ji ber vê yekê, gelo şaredarî dikare soz bide ku tevlî xwepêşandanên ku ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve tên organîzekirin an jî îdeolojiya wê diparêzin, nebe? Gelo şaredarî dikare ji bo bîranîna 100 saliya Peymana Lozanê me agahdar bike?

3- Erdogan jî mîna dîktatorên din xwe dispêre olîgarşiyeke aborî ku çavkaniyên giştî ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibe. Gelo şaredarî lêkolîn kiriye ku di navbera sazî û şîrketên Lozanê yan jî yên girêdayî Lozanê û dewleta Tirk an jî rêxistinên girêdayî wê de çi têkilî hene? Gelo şaredarî soza karanîna amûrên ji bo tespîtkirina berjewendiyên aborî yên eşîra Erdogan ên li Lozanê dide?

PÊŞNÛME BIRYAR

Di pêşniyarnameyê de ev pêşnûme biryar hebûn:

1- Meclîsa Şaredariyê daxwaz ji şaredariyê dike ku bi fermî piştewaniya xwe bi gelê Kurd re diyar bike û dagirkeriya çekdarî ya li ser xaka Iraq û Sûriyê û bandorên wê li ser gelê sivîl şermezar bike.

2- Meclîsa Şaredariyê di çarçoveya merasîmên 100. salvegera Peymana Lozanê de daxwaz ji şaredariyê dike ku di hevkariya xwe ya bi aktor û saziyên girêdayî dewleta Tirk re herî zêde baldar be û pêşî li vê bigire. Em hêvîdarin ku wê şaredarî baldar be ku ev bîranîn ji aliyê dewleta Tirk ve weke amûreke propagandayê neyên bikaranîn.”