Li Lûzern û Lozanê êrîşên li hemberî Şengalê hatin protestokirin
Li bajarê Lûzern û Lozanê êrîş û gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê hatin protestokirin.
Li bajarê Lûzern û Lozanê êrîş û gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê hatin protestokirin.
Li bajarê Lûzern û Lozanê yên Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşker (TCŞ) li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên li hemberî PDK’ê û dewleta Tirk hatin berzkirin.
Li Lozanê jî bi armanca pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê ya ku ji 25‘ê Mijdara 2021’an de heta bi niha berdewam e vê hefteyê jî dewam kir.
Di çalakiya vê hefteyê de bertek nîşanê êrîşên li ser Şengalê û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin dayîn.
Her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hatiye destpêkirin de îmze hatin komkirin.