Li Lûzernê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên ji meha Nîsanê û vir ve li ser Şengalê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) li Bahnhofplatzê hatin cem hev, pankart û dowîzên êrîşên dagirkeriyê teşîr dikin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Beriya çalakiyê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre Hevserokê CDK'ê Ercan Guneş axivî û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir. Guneş anî ziman ku temînata pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê li hemberî êrîşan têkoşîna gerîlayên Kurd e. Guneş diyar kir ku ew ê jî xwedî li vê berxwedanê derkevin û têkoşîn li her qadê bidomînin.

Piştî axaftinan ji bo çalakiya 11’ê Gulanê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê banga tev li bûnê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.