Li Maînzê şeva hevgirtinê ligel Ozgur Polîtîkayê pêk hat
Ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku yek ji nûnerên kevneşopiya çapemeniya azad a li Ewropayê ye, şeva piştevaniyê hate lidarxistin.
Ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku yek ji nûnerên kevneşopiya çapemeniya azad a li Ewropayê ye, şeva piştevaniyê hate lidarxistin.
Bi sedan xwîner beşdarî şeva piştgiriyê bûn, ku roja Yekşemê 8’ê Gulanê li Salona Dawetê ya Eleganz a li bajarê Maînz ê Elmanyayê hate lidarxistin. Li salona ku bi wêneyên şehîdên çapemeniya azad hatibû xemilandin pankartên bi nivîsa "Wê Pênûsê wan li erdê namîne" û "Rastî di tariyê de nemîne" hatin daliqandin.
EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DIGIRIN
Midûrê Karên Nivîsan Roger Turaut ku di destpêka şahiyê de axivî, diyar kir ku serpêhatiya rojnameyê ya di destpêka salên 90'î de dest pê kir dewam dike û got, "Em hewl didin rojeva civakê, siyaseta ku tê meşandin, rastî û bûyerên ku ji raya giştî re tên eşkerekirin ji we re raghînin. Dema em vê dikin, em hêza xwe ji gelê xwe digirin." Turaut bi bîr xist ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad berdewam bike berdêlên giran hatin dayîn û gelek rojnameger şehîd ketin û wiha domand, "Ji bo rastiya bûyerên li Kurdistanê em binivîsin, bighînin gel, ji bo bîranîna bi dehan rojnamegerên hatin qetilkirin zindî bihêlin û têkoşîna wan bidomînin, em bawer dikin ku em ê siberojê jî bi awayek xurtir bi ser bikevin. Em spasiya her kesê ku hevgirtinê nîşan da dikin.”
DILÊ ME BI WAN RE YE
Yek ji nivîskarên rojnameyê Ferda Çetîn jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya awarte û wiha got: "Niha li Kurdistanê şerek diqewime. Şerekî ku gav bi gav, saniye bi saniye dewam dike heye. Metre bi metre û ev şer li ber çavên me diqewime. Em vê şevê di heman demê de weke şeva hevgirtinê ya bi şervanan re dihesibînin û dilê me bi wan re ye."
ISRARA ME YA AZADIYÊ DIDOME
Ferda Çetîn, da zanîn ku Yenî Ozgur Polîtîka rojnameya pêvajoyên awarte ye û bal kişand ser wêneyên şehîdên çapemeniyê yên li salonê û wiha got: "Ji bilî van hevalan bi dehan hevalên me şehîd ketin. Bi saya têkoşîna wan îro em li virin. Ji niha û pê ve jî em ê bidomînin. Îsrara me ya azadiyê, îsrara me ya di têkoşînê de û têkoşîna me ya hebûnê û dane qebûlkirina hebûnê dê bidome."
DEWLETA TIRK DAGIR DIKE, CÎHAN TEMAŞE DIKE
Çetîn, anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tên paşguhkirin û got, "Her kes behsa dagirkeriya Rûsyayê dike. Qala rewşa penaberên Ukranyayê dikin. Lê Kurdistan tê bombebarankirin. Tirkiyê Kurdistan dagir dike, lê raya giştî dengê xwe dernaxe û rawa dike. Lê belê gerîla û gel tiştê ji destê wan tê ji bo vê têkoşînê dikin. Tişta ku dagirkerên cîhanê ferz dike, Kurd qebûl nakin."
Çetîn êrîşa li ser Şengalê jî bi bîr xist û wiha got, “Li Başûrê Kurdistanê û Şengalê yekane hêza ne biyanî Kurd in, yên din, hemû biyanî ne, xwediyên van axan Kurd in."
LI HEMBER ÎXANET Û DAGIRKERÎ EM BIBIN YEK
Çetîn got, "Dagirkerî û îxanet bûne yek. PDK û malbata Barzanî bi awayekî vekirî piştgiriyê didin dagirkeriya Tirk.
Divê li dijî vê hevkariyê em derkevin û tehşîr bikin. Û ya herî girîng jî berpirsiyariya me hemûyan heye ku bira li dijî bira şer neke. Ji ber vê yekê divê em ji her demê bêhtir berxwedan û têkoşîna xwe xurt bikin."
ÇAPEMENIYA AZAD PARAZVANÊ HEQÎQETÊ YE
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe, ku hikûmeta AKP’ê qeyûm tayînî cihê wê kir, tevlî axaftina şevê bû.
Ozgokçe bi wesîleya Roja Dayikan di serî de Roja Dayikan li Dayika Taybet û hemû dayikan pîroz kir û got ku çapemeniya Kurd a azad her tim parêzvanê heqîqetê ye.
Ozgokçe rojên ku Med TV cara ewil derketibû ser ekranê bi bîr xist û got, "Di nav hewcedariyên bingehîn ên her malbateke kurd de antena firaxê hebû. Panîka herî mezin a dewletê wan rojan dest pê kir. Kurdên ku li mala wan anten hebûya, digirtin hepsê û îşkence li wan dihat kirin, rojnameger qetil dikirin. Kedkarên çapemeniyê weke duh îro jî peywira xwe didomînin. Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyan dişopînin hezar car silav dikin."
ŞEV BI GOVENDÊ BI DAWÎ BÛ
Di şevê de hunermend Farqîn Azad, Eléonore Fourniau, Pervîn Çakar û Mehmet Atlî berhemên xwe yên bijarte pêşkêş kirin, yên li salonê jî tevlî bûn. Şev bi konsera muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.