Pêncşemê roja Cejna Yom Kippourê ya Cihûyan li bajarê Manchesterê li pêşiya sînagogekê êrîşek pêk hat û di encama êrîşê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî bi giranî birîndar bûn.
Polîsan diyar kir ku wesayîtekê berê xwe daye ser qerebalixê û piştre jî bi kêrê êrîş kiriye.
Hate ragihandin ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye bêbandorkirin lê belê êrîşkar hê jiyana xwe ji dest nedaye. Li ser êrîşkarî objeyên biguman hatine peydakirin û ekîbên îmhakirina bombeyan hatine cihê bûyerê.
Şaredarê Manchestera Mezin And Burnham bang li gel kir ku ‘’li ser medyaya dijîtal spekulasyonan’’ neke.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer jî êrîş weke bûyereke ‘’ecêb’’ pênase kir û diyar kir ku ew ê seredana xwe ya li Kopenhagê di nivîyê bihêle û vegere welêt. Şah 3’yemîn Charles jî da zanîn ku ew gelekî ‘’matmayî bûye û xemgîn e.’’
Piştî bûyerê li sînagogên li welêt tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.