BI DÎMEN

Li Osloyê çalakiya ji bo piştevaniya bi gelê Belûc re

Li paytexta Norweç Osloyê roja 5’ê Cotmehê Komîteya Piştevaniya Belûc li ber Parlamentoya Norweçê çalakiyek lidar xist.

PIŞTEVANIYA BI GELÊ BELÛC RE

Di çalakiyê de kesên ji gelê Belûc ên ku beriya 3 salan li bajarên Zahidan û Haş ên li eyaleta Belûcistanê di “Îniya bi xwîn” de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.

Di dema şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de ev komkujî pêk hat. Gel li dijî hêzên ewlehiyê yên ku dest dirêjî zarokek keç kiribûn, çalakiyên protestoyî lidar xistibûn û gule li gel hatibû reşandin. Zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 200 kes jî birîndar bûbûn.

Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a Norweçê jî tevlî çalakiya bîranînê bû. Daxuyaniya Meclîsa PJAK’ê ji aliyê nûnerê komîteyê ve hate xwendin.

Di çalakiyê de partî û rêxistinên cuda jî peyamên piştevaniyê ragihandin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Zanist û Azadî” bi dawî bû.