Li Osloyê şehîdên Sêdarê hatin bîranîn

Komîteyên PJAK û KJAR'ê li navenda Osloyê şehîdên Sêdar bi bîr anîn.

Dewleta Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de şoreşger Şîrîn Elemhûrî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan li zindana Evînê ya Tehranê bi darve kiribû.

Komîteyên PJAK û KJAR'ê yên Norwêcê ji be salvegera 12'an a şehadeta 5 şoreşgerên ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, li navenda trenê ya Osloyê çalakiya bîranînê li dar xistin.

Li ser navê Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê Fexredîn Lutfî li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku dewleta Îranê li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û got, li dijî girtiyên siyasî êşkence û kiryarên dijmirovahî û darvekirina girtiyan didomîne.

Komîteyên KJAR û PJAK'ê jî gotin, "Ti hêzeke otorîter û dîktator nikare têkoşîna azadiyê bide sekinandin, ti kes nikare piştgirî û vîna azad a gel têk bibe. Em tenê bi rêxistinbûna gel dikarin hêzên dagirker têk bibin."