Li Pafosê di rojekê de 2 hezar û 214 îmze hatin berhevkirin

Li bajarê Pafosê yê Qibrisê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hat vekirin û di rojekê de 2 hezar û 214 îmze hatin berhevkirin.

Komîsyona îmzeyan a girêdayî Meclîsa Gel a Qibrisê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe, li bajarê Pafos yê Kibrisê xebatên xwe berdewam dikin. Bi tev li bûna endamên komîsyona îmzeyan, Kurdistanî û dostên wan li peravên Pafosê standa îmzeyan hat danîn û îmze hatin berhevkirin.

Berdevkê komîsyonê Kamil Akalîn axivî û anî ziman ku eleqeyek mezin ji bo kampanyay îmzeyan heye. Akalîn diyar kir ku ew ê li her derê standa îmzeyan danîn û got: “Tûrîstan eleqeyek zêde nîşanî standa îmzeyan kir. Me di saetên sibehê de stand danî û tenê îro 2 hezar û 214 îmze berhev kirin. Em bi standa îmzeyan tenê sînordar namînin. Em ê li her derê Pafosê bigerin û ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.“