BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo 9’ê Cotmehê bangewaziya ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin

Federasyona Bakurê Fransayê, ji bo salvegera 27’an a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo, banga tevlîbûnê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ ku di 11’ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin, kir.

Federasyonê ji bo salvegera 27’an a komploya navneteweyî, bangek ji bo çalakiya ku li paytexta Fransayê Parîsê bê lidarxistin, kir. Meşa ku bi dirûşmeya “Bi Meşa Azadiyê ya Mezin a Li Dijî Komployê, Avakirina Civaka Demokratîk ” tê organîzekirin, 11’ê Cotmehê di saet 14:00 de li Meydana République dest pê dike.

Di çarçoveya banga ji bo çalakiyê de, li Parîsê afîş û belavok hatin belavkirin, her wiha serdanên esnafan hatin kirin. Hevserokên Federasyona Bakurê Fransayê Fevziye Erdemirci û Azad Dogan, Endamê Dîwana KCDK-E’yê Murat Ceylan, Hevseroka Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E’yê Fatoş Goksungur, Endama TJK-F’ê Xane Akdogan, Done Guzel, Şukran Akdogan û ji Komîteya Malbatên Şehîdan Celil Akdogan beşdarî serdanan bûn.

Di serdanan de hate gotin ku çalakiya ku di salvegera 27’an a komployê de tê kirin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî girîngiyeke mezin e. Her wiha hate diyarkirin ku komplo bi berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd hatiye pûçkirin û bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadixwaziya Jinê  bêwate bûye.

Federasyona Bakurê Fransayê, bi taybetî bang li gelê Kurd û hemû dostên wan kir ku di 11’ê Cotmehê de beşdarî meşê bibin.