Li Reimsê civîna gel: Em ê çarenûsa xwe bi hev re binivîsin

Li civîna gel a berfireh a ku li Reimsê hate lidarxistin, Serokê CÎK’ê Mele Şewket Çakir û Şêx Murşîd Xeznewî beşdar bûn û diyar kirin ku Kurd êdî dê nebin amûra cudabûnên olî û mezhebî, çareseriya yekane yekîtiya neteweyî ye.

Li bajarê Reimsê yê Fransayê, bi beşdariya Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şewket Çakir û Şêx Murşîd Xeznewî civînek gel a berfireh hate lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Komeleya Arîn Mirkan hate organîzekirin û gelek Kurdistanîyên li herêmê dijîn beşdarî wê bûn.

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di axaftina vekirinê de rêveberiya Komeleya Arîn Mirkan bal kişand ser girîngiya stratejik a pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo dest pê kiriye û destnîşan kir ku xwedîderketina li vê pêvajoyê erka neteweyî û civakî ye. Wan got: “Di vê pêvajoya ku di têkoşîna azadiya gelan de kêliyeke  dîrokî ye, azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê weke armanca herî bingehîn û pêşîn bê dîtin.”

MELE ŞEWKET: XALA ME YA HEVBEŞ KURDÎTÎ YE

Mele Şewket di axaftina xwe de derbirand ku gelê Kurd êdî dê nebe amûra cudabûnên olî û mezhebî. Wî diyar kir ku dijminatiyên ku di demên berê de li ser cudabûnên mezhebî hatine afirandin êdî cihê xwe nagirin û wiha got: “Gelê Kurd êdî hişyar bûye. Çi Elewî, çi Sunnî, çi Êzidî, divê her kes bizane ku xala me ya hevbeş Kurdîtî ye, rûmeta gelê me ye, axa me ya bi navê Kurdistanê ye. Êdî destûr nayê dayîn ku hestên me yên olî bên îstîsmarkirin û em parçe bibin. Di nav nirxên hevbeş de civîn û avakirina yekîtiyeke siyasî êdî pêwîstiyek e. Statuyek ku mafên neteweyî garantî bike, neçariyeke dîrokî ye.”

XEZNEWÎ: PÊŞEROJA SÛRIYÊ BI DİYALOGÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Şêx Murşîd Xeznewî, gefên dawî yên hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk li ser Rojava nirxand. Xeznewî diyar kir ku gelê Kurd her tim ji diyalogê re vekirî ye, lê belê pêşeroja Sûriyê tenê bi diyalogeke rasteqîn re gengaz e.

Wî got ku ji sînorê Tirkiyê, HTŞ û hevkarên wê bi berdewamî peyamên gefxwarinê belav dikin, lê ev peyam ji bilî lewazkirina baweriya gel ti encamekê nadin. Xeznewî bi bîr xist ku li Rojava yekîtiyeke siyasî û konferanseke berfireh hate lidarxistin û Kurd bi reng, partî û cudahiyên xwe di vê lihevkirinê de cî digirin.

‘EM Ê BI LIHEVKIRINA KURDÎ SERKEFTINÊN MEZIN BIDEST BIXIN’

Xeznewî got: “Bi lihevkirina Kurdî em ê destkeftiyên mezin bidest bixin,” û diyar kir ku Kurdan lawaziyên berê li dû xwe hiştine û pêşeroja xwe ava dikin. Wî derbirand ku ev lihevkirin ne tenê ji bo Kurdên Rojava, lê ji bo tevahiya civaka Kurd a di çar parçeyan de jî çavkaniyeke hêvî û hêzê ye.

 

‘CIWAN Û JIN SİYASETA KURDAN BI RÊ VA DIBIN’

Xeznewî bal kişand ser rola ciwan û jinan ku bi awayekî çalak di siyaseta Kurd de cî digirin û got ku pirsgirêka Kurd ne mijareke ol, bawerî an jî eşîrî ye, lê mijareke neteweyî ye. Wî bi bîr xist ku piştî kuştina bavê wî Şêx Maşuk Xeznewî di komkujiya Qamişlo ya 2004’an de, ew neçar ma koçî Ewropayê bike, lê bi saya Şoreşa Rojava piştî 20 salan vegeriya ser axa Kurdan.

‘YEKÎTİYA NETEWEYÎ HÊZA HERÎ MEZIN E’

Xeznewî diyar kir ku êrişên HTŞ’ê yên li ser Elewî û Dûrziyan parçeyek ji polîtîkaya cezakirina Kurdan e û got ku çareseriya yekane yekîtiya neteweyî ye û hêza herî mezin hêza xwezayî ya civakê ye.

‘DIASPORA DI PARASTINA ÇAND Û ZIMAN DE XWEDÎ ROLEKE SEREKE YE’

Xeznewî derbirand ku parastina çand, ziman û avahiya malbatê ya Kurdên li dîasporayê ji bo domandina hebûna gelê Kurd pir girîng e. Wî got ku çawa ku hindikahiyên din di şertên dîasporayê de nasnameya xwe diparêzin, Kurd jî divê çand û zimanê xwe bigihînin nifşên nû.

Xeznewî diyar kir ku gelê Kurd li Rojava û di çar parçeyan de di qonaxeke dîrokî de ye û dem hatiye ku li hember gefên faşîst berxwedan û yekbûnê çêbike.

Civîn bi eleqeyeke mezin, bi beşên pirs û bersivan û bi coşeke mezin bi dawî bû.