Li Saarbruckenê êrîşên dagirkirinê û xiyanet hat şermezarkirin
Li bajarê Saarbrucken ê Eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK'ê meş hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK'ê meş hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê Meclîsa Jin a Şîrîn Elemhûrî û Tevgera Jinên Êzidî (TJŞ) meş hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastina Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê û êrîşa hêzên artêşa Iraqê ya hikûmeta Kazimî a li ser Şengalê hatin şermezarkirin.
Di meşê de pankartên bi Elmanî li ser ‘’Kurdistanê biparêze’’ û ‘’Şengalê biparêze’’ nivîsandî hatin vekirin. Kurdistaniyan ji hikûmeta Kazimî re wiha got: ‘’Destê xwe ji Şengalê bikişînin’’ û ev pirs jê kir: ‘’Hûn jî mîna PDK’ê, gava çeteyên dewleta Tirk êrîşê me kir hûn li kû bûn?’’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Ên parastina Şengalê bikin zarokên Şengaliyan in, ên Şengalê biparêzin hêzên wan ên Parastina Cewherî ne. Her kes dizane ku hûn ê bi ser nekevin.’’
Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û xwedî derketina li gerîla û li hêzên parastina cewherî, dawî bû.