Li Saarbruckenê li dijî qedexeya PKK’ê standa îmzeyan hat danîn

Li Saarbruckenê bi pêşengiya jinên Êzidî bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsta terorê standa îmzeyan hat danîn.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo kampanyaya ku bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsta terorê tê birêvebirin standa îmzeyan hat danîn.

Di standa bi organîzekirina tevgera jinên Êzidî yên li Ewropayê ku li ber Rheîn-Galerîê hat danîn de, 4 saetan îmze hatin berhevkirin.

Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat. Di standê de broşurên ku têde fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû nivîsandin jî hatin belavkirin.