Li St. Gallen û Chûrê xwedî li berxwedana gerîla hat derketin
Kurdistaniyên li bajarên St. Gallen û Chûr ên Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û Şengalê daketin qadan, berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.
Kurdistaniyên li bajarên St. Gallen û Chûr ên Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û Şengalê daketin qadan, berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.
Kurdistaniyên li bajarên St. Gallen û Chûr ên Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û Şengalê daketin qadan. Beriya civîna li Davosê ya şirketên çekan ên global û serekên cîhanê li St. Gallenê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên tev li çalakiyê bûn, bal kişandin li ser êrîşên dagirkirinê û şirketên çekan ên berpirsyarên esas ên qeyranan teşhîr kirin.
Şirketên pirneteweyî û serekên cîhanê di navbira rojên 22-26‘ê Gulanê de wê li Davosê civîna WEF’ê anku Forûma Aboriyê ya Cîhanê li dar bixin. Şirketên çekan ên beriya civîna WEF’ê dihên ba hev sempozyuma HSG’ê li dar dixin.
Bi vê armancê dijberên şer û çekan ên li St. Gallenê, meşek li dar xist.
Kurdistanî jî ji bo teşhîrkirina êrîşên dagirkeriyê û çekên kîmyewî yên di vî şerî de dihên bikaranîn tev li meşê bûn. Gelê ji her bire civakê li Kornhausplatzê hat ba hev, bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Çalakgerên bi dirûşmeyên ‘’Artêşa Tirk! Bicehime ji Kurdistanê!’’ û ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ li meşa xwe dewam kirin, li Marplatzê mîtingek li dar xistin.
Di axaftinên li vir hatin kirin de bal kişandin li ser berpirsyarên esas ên qeyranên li cîhanê rû didin xwediyên pergala kapîtalîst in ku vê civînê li dar dixin.
Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat kirin de jî, di serî de Kurdistan, bal kişandin li ser ew dewletên civînê çêdikin sedema şer û mêtinkariya li ser rûyê cîhanê bixwe ne. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Em ê jî şirîkatiya van dewlet û şirketên faşîst a bi dewleta Tirk re teşhîr bikin û li dijî konsepta şer û qetilamê li xwedîderketina li berxwedana gerîla dewam bikin.
Dijberên civîna Forûma Aboriyê ya Cîhan (WEF) li gelek navendên Swîsreyê heta bi 22‘yê Gulanê plansaziya çalakiyan dikin.
CHÛR
Navendek din a çalakiyan bajarê Çûr bû. Kurdistanî û dostên wan li qada Bahnhofplatzê hatin ba hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û HPG’ê hatin hildan. Çalakgeran timî dirûşmeyên “Bijî Serok Ap“, “Bijî berxwedana gerîla“, “Bimre xiyanet“ û “PKK gel e, gel li vir e“. berz kirin.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘
Li vir li ser navê Navenda Civaka Kurd Kureyş Doymaz axivî. Doymaz anî ziman ku ew ê tu carê êrîşên li hemberî axa Kurdistanê qebûl nekin û got: “Em ê li her cihê û li her qadê xwedî li berxwedana gerîlayên azadiyê derkevin. Em ê her cihê bikin qada berxwedanê û têkoşîna xwe bilind bikin.“
Piştî axaftinan daxuyanî bi zimanê Elmanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser bikaranîn çekên kîmyewî û banga hestyariyê li raya giştî hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Ap“, “Bijî berxwedana gerîla“, “Bimre xiyanet“ û “PKK gel, gel li vir e“ bi dawî bû.