Li Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê mîtîng hat lidarxistin
Li Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin.
Li Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de bi beşdariya gelek ciwan li qada Sergerls Torgê hate lidarxistin. Di mîtîngê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin hildan.
Ciwanan di mîtîngê de berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û daxuyanî dan çapemeniyê.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.