Li Stûttgartê êrîşên dagirkirinê û xiyanet hate protestokirin
Li bajarê Stûttgartê, êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk-PDK’ê û hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî bi mîtîngekê hate protesto kirin.
Li bajarê Stûttgartê, êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk-PDK’ê û hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî bi mîtîngekê hate protesto kirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk-PDK’ê û hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî bi mîtîngekê hate protesto kirin. Mîtîng li navenda bajêr bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin. Di mîtingê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û HPG’ê hatin hildan.
Di mîtinê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagiker re hate şermerzarkirin. Di mîtîngê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin û banga têkoşînê li Kurdan hate kirin.
Di mîtîngê de ji bo navê PKK‘ê ji lîsteyên qedexe bê derxistin standa hate danîn û gelek îmze hatin komkirin.
Mîtîng bi dirûşmeyên li hemberî dagirkeriyê û xiyanetê bi dawî bû.