Aysel Dogan a ku endama Koma Aştiyê bû, şehîd ket. Pinar Mansûroglû ya ku xwarzêya wê got “Xaltîka min Aysel ji sala 2015’an û vir ve ji ber penceşêrê tedawî dibû. Dema ku ev nexweşî di bedena wê de peyda bû di girtîgehê de bû. Piştî nexweşiyê hate berdan. Têkoşîneke 40 salî ya ku herî kêm 20 salan di girtîgehê de maye û gelek êşkence lê hatiye kirin. Ew yek ji kadroya pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bû û yek ji pêşenga Dêrsimê bû. Xaltîka min Aysel, Sara, Mazlûm, Hayrî, Kemal, Ferhat,Viyan û bi hezaran gelek kesên din. Em kîjanê bihejmêrin wê yên din kêm bimînin. Çand û hesta rêhevaltiyê tiştekî wisa ye ku, dema mirov navekî dibêje wekî ku mirov hemû hejmartibe.Xaltîka min hevala van hemû hevalan bû. Ew rêhevala Atakan Mahîr e. Ew rêhevala Zînê ye. Daxwaza herî mezin a xaltîka min Aysel ev bû ku ew karibe xwe bigihîne cihê xewa ebedî lê bike. Bila cihê wê bihuşt be. Careke din serê gelê Kurd, gelê Kurdistanê, tevgera şoreşa dinyayê, serê Têkoşîna Azadiya Kurdan û ya Rêbertî sax be.”
‘WÊ GELEK QÎMET DIDA TÊKOŞÎNA JIN Û CIWANAN’
Mansûroglû got “Her kes di nav malbatekê de ji dayik dibe û malbatekê ji xwe re tercîh dike. Xaltîka min ev têkoşîn hilbijart û têkoşîn bû malbata wê. Em jî parçeyekî wê ne. Ew nirxeke gelekî mezin bû. Kesên wisa kêm tên dinyayê. Di warê felsefî û îdeolojîk de ew girêdayîna wê xurt bû. Wê qala fêmkirina êşa mirovan dikir. Wê gelek qîmeta dida têkoşîna jin û ciwanan. Daxwaza wê ya herî mezin ev bû ku vê tevgera ku ew jî tê de bû, vê têkoşîna ku li hemberî neheqiyan tê kirin, vê lêgerîna edaletê bi layiqî were bicihanîn ku hesap jê were pirsîn û hesap were dayîn. Ji ser vî tiştî jî edalet were avakirin û aştiyeke bi rûmet pêk were.
Di sala 1999’an de di nav Koma Aştiyê de li ser daxwaza Rêbertî vegeriya welatê xwe. Ligel ku wê dizanî wê li welat çi were serê wê, tevî hevalên xwe yên din bêyî teredut, tu dev ji teredutê berde wê digot ‘Divê beriya her kesî ez li wir bim’ Herî dawîn DAKAD ava kir. Wê li ser têkoşîna Elewiyan, Elewîtiya Dêrsimê û li ser cewhera Elewîtiyê xebitî. Di nav siyaseta Kurdan de ked û xebateke wê ya mezin hebû. Fikara wê ev bû ku ev hewldan were bicihanîn û azadiya gelê Kurd bihata avakirin.
Ji bo rojên dawîn ez vî tiştî bibêjim. Li Ukraynayê şerek tê meşandin. Di vî şerî de wê bala xwe dida êşên gelên Ukraynayê. Ew xwedî helwesteke wisa bû dixwest êşa hemû kesên nas an jî nenas fêm bike. Wê her dem qala mirovan dikir.
Ew neviya Seyîd Riza ye, ew neviya Şêx Seîd e, ew keça Lîlê ye, ew neviya Menevşê ye. Xaltîka min di nav têkoşîna azadiyê de rêhevala gerîlayan e, ew rêhevala hemû rêhevalan e yên ku li zindanan êşkence li wan tê kirin.
Hîsên wê gelekî xurt bûn. Gelekî dijwar e ku kesên wisa hest, hîs û pratîka wan wekî hev in, werin dinyayê. Bi qasî ku ew xwe ji qirêjiyên dinyaê diparêze, ji bo qedandina van qirêjiyan û afirandina mirovên nû jî ew xwedî helwesteke xurt e.
‘HETA KÊLÎKA DAWÎN ÇAVÊ WÊ LI WÊNEYÊN RÊBERTÎ BÛ’
A niha li Kurdistanê operasyoneke qirkirinê heye. Li hemberî ev operasyonên li dijî destkeftiyên gelê Kurd ew xwedî fikareke mezin bû. Nexweşiyê ew gelekî êşand. Tişta ku dewletê nekarî bike, vê nexweşiyê kir. Hi ber ku xaltîka min digot ‘Ez ê li ser pêyan bimirim, min soza vî tiştî daye’ Ligel vê jî bi hêza xwe ya dawîn, bi awayê ku bîra wê vekiribû li ser xwe bû û têkoşiya. Helwesta wê ji bo jiyanê bû. Lê jiyaneke çawa? Jiyaneke bi rûmet. Herî dawîn digot ‘Mirin jî heq e’ Lê tişta girîng ev bû ku mirovek çawa jiya û çawa xatir ji jiyanê dixwaze. Ev çerxek e. Em malbat û hevalên wê wekî mirineke ji rêzê nêz nabin.
Wekî ku min got ew li ser hişê xwe bû heta kêlîka dawîn çavê wê li wêneyê Rêbertî bû. Ev jî tê wateya girêdayîna wê.
Ligel ku ew nexweş bû jî, wê diyar dikir dixwaze bi awayekî çalak di nav peywirên têkoşîna azadiyê de be, dema ku ev firsend dihat ba wê jî dikir. Çav, guh, ruh, bawerî û dilê wê li welat bû, li Şengalê di nav gelê Êzidî de bû. Wê gotineke Rêbertî her dem ji me re tekrar dikir ‘Xwedîderketina li Dêrsimê, xwedîderketina li Kurdistanê ye.’ Wê her dem bal dikişand ser polîtîkayên taybet ên li hemberî gelê me, Dêrsimê û Elewîtiya Dêrsimê. Ji me re jî, ji malbata xwe re jî û ji rêhevalên xwe re jî her dem ev peywir bi bîr dixist û digot ‘Ji bîr nekin, ji bîr nekin û ji bîr nekin.’
HER WELATPARÊZ DIVÊ XWEDÎ LI DÊRSIMÊ DERKEVE
Em ê xaltîka min bişînin welat. Em wê dişînin welat, Dêrsim û Mûnzûrê. Fikarên wê hebû. Xaltîka min jî dixwest li Kurdistanê bi awayekî girseyî were pêşwazîkirin, ev daxwaz me ye jî. Ji ber vê xwedîlêderketina li keça Dêrsimê, xwedîlêderketina Aysel Dogana Dêrsimê peywira hemû kesên ji xwe re dibêjin ez şoreşger, welatparêz û mirov im. Ev peywira hemû Dêrsimiyan e. Ji ber vê nexweşiyê jî hinek hewldanên wê nîvî mabû û xwedîlêderketina van jî deynê di stûyê me de ye.
Bergîdaniya tiştên anîne serê Seyîd Riza û tiştên di sala 1938’an de li Dêrsimê hatiye kirin, ji ser wê sal û sedsal derbas bibe jî mirov wê bigihîne encamekê, hesappirsîna êşên li Kurdistanê hatine kirin, avakirina aştiyeke bi rûmet, xwedîderketina li Rojava û Şengalê, geşkirin û pêşvebirina têkoşînê deynê hemû kesan e ku yê dil dane vê têkoşînê. Em ê tu carî ji bîr nekin. Ne tiştên ku anîne serê xaltîka min û ne jî hemû tiştên kirine, em ê ji bîr nekin, wê helwesta me li her dê zelal be. Ev peywireke mirovî ye. Xwedîderketina li jiyanê ye. Afirandina jiyanê ye.
Xaltîka min êşa hemû kesan wekî êşa xwe qebûl kir. Neheqiya li hemberî mirovan wekî neheqiya li hemberî xwe qebûl kir. Ji bo hesappirsînê kete ser rêyan, wê emrê xwe da vî tiştî. Emrê wê bi têkoşînê derbas bû, ew miroveke têkoşînê ye. Rast e xaltîka me ye lê beriya her tiştî ew ewlada gel e.
Li malê jiyana xwe ji dest da. Wê ev tişt dixwest. Li malê li ber me jiyana xwe ji dest da. Dema ku li nexweşxaneyê jî dema hemşîre dihatin ew radibû, her dem diyalog bi xebatkarên wir re datanî, wê dixwest hemû kesan fêm bike û dixwest êşa hemû kesan fêm bike.
Ew mamosteya fermandaran bû. Dêrsim di serî de li her ciha Kurdistanê ya ku ew çûye wir, heke wê pê li wê axê nekiribe jî teqez wê xwe gihandiye hemû kesan. Wê her dem digot divê mirov xwe bigihîne hemû kesan.
Rêhevalên wê hebû yên ku ji Ewropayê tevlî têkoşîna azadiyê bûye, tevlî nav refên şehîdan bûye. Konstantîn, Şoreş û Andok. Bi malbatên van hevalan re di meha Cotmehê de kom bûbû. Bi wan re serbilind bû. Ji bo malbatên wan gelekî ked da. Ji bo ku malbatên wan fêm bike, kefiyên wan anî û şand. Ji bo ku mirov di nav vê têkoşînê de cih bigire, dil bide vê lêgerîna azadiyê û ji neheqiyan re bibêje êdî bes e, ne hewce ye mirov Kurd be. Mirovbûn bes e. Ji bo ku li dijî qirkirina li hemberî Elewiyan be, ji bo ku xwedî li cewhera xwe derkeve. Ne hewce ye mirov bi her tiştî bizanibe. Dilê mirov hebe, mirov di dilê xwe hîs bike temam e.
Xaltîka min dil û mejiyekî mezin bû. Wê derya û dinya di nava dilê xwe de bi cih dikir. Wê derya û dinya pêşkêşî mirovan kir. Em gelekî bextewar in ku em ji wê tiştekî hîn bûn. Hê gelek tişt hebûn ku wê dixwest bike û gelek gotinên wê hebûn ku bike. Belkî ev tişt di nîvî de ma lê ev tişt deynê di stûyê me de ye.
Digot ‘Barê vilê min a, ji bîr nekin’ Em ê teqez ji bîr nekin. Xaltîka min û rêhevalên wê jixwe kesên wisa ne. Nayên jibîrkirin. Ne hewce ye mirov bi demên dirêj bi bi hev re bin. Wê digot carinan mirov dikare di deqîqeyekê de jî hez bike. Wê bawerî bi hêza hezkirinê dianî. Wê dizanibu ku hezkirin û girêdan wê êşan rihet bike û wê jiyana xwe li gorî vî tiştî ava kir. Wê tu demê nexweşî neda pêş. Ew her dem xwedî helwesteke bi rûmet bû. Heta ji destê wê hat, wê xwest xwe bigihîne gelek kesan, tişta ku ji destê wê hat, wê zêdetir kir. Em jî soza xwe bidin wê, bila cihê wê bihuşt be.
Tu kesên xwedî wijdan û hay ji tiştan hene, vê mîrateyê li erdê nahêlin, her dem wê bi pêş ve bibin. Di vî warî de baweriya me temam e. Her peyv û hevok kêm dimîne lê em dîsa jî bibêjin, bila cihê wê bihuşt be. Wê gelek peywir stend û hemû bi cih anî. Tişta ku wê dixwest bike û nekarî bike, êdî ji me re dimîne.
Careke din serê hemû Dêrsim, Kurdistan, Têkoşîna Azadiya û ya Rêbertî sax be.”