Li bajarê Celleyê yê Elmanyayê 2’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê a Êzîdxanê bi rê ve çû. Mîhrîcan bi dirûşma “Bi xwedîderketina mîrasa Mam Zekî, Xweseriya Şengalê û çanda Ezîdxanê biparêze” destpê kir. Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Şaxê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ ya li Ewropa, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan( NAV-YEK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidî yên Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevpar banga tevlêbûnê ji bo mihrîcanê kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tevlêbûna mîhrîcana me tê wateya xwedî derketina li ked, bawerî û armanca fedayiyên Fermana 74’emîn. Bi tevlêbûna vê mihrîcanê em nîşanî hemû cihanê dikin ku em xwedî li berxwedan û mîrasa Mam Zekî û hevrêyên wî derdikevin.”
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî beşdarên mîhrîcanê silav kir û wiha got: “Divê li dijî xiyaneta PDK'ê û êrîşên dewleta Tirk li cem gerîla bin.“ Rojnamegerê Ermenî Hayko Bagdat jî diyar kir kesên di çewisin hev dû fêm dikin û got: “Yên ku Êzidiyan fêm bikin, Ermeniyên ku bi qirkirina rû bi rû mayîne, ne. Ez hestên piştevaniya şoreşgerên Ermenî yên berxwedêr radighinîm.“
Piştre Koma Zarokên Rojê, hunermendên NCE, Îlona Avesta, Elind, Dîlan Dilsoz û Azad Bedran derketin ser dîkê û Koma Laleş jî lîstokên gel pêşwazî kir. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li mîhrîcanê bûyîn, xwarinên herêmî yên Kurdistanê dan nasandin.