Muftîtiya Tunceliyê li Russelsheîmê hat protestokirin

Rêxistin û saziyên Elewî yên Elmanyayê bi beşdariya Dersimiyên li bajarê Russelmê dijîn, vekirina Navenda Ciwanan a Ehlîbeyt a Hz. Elî ya li Zanîngeha Mûnzûrê şermezar kirin.

Diyaneta Tirk a ku li ser dijminatiya hemû baweriyan hatiye avakirin hertim bi pêkanînên xwe yên êrîşkar û înkarkirinê dikeve rojevê. Vê carê Muftîtiya Tuncelî li Zanîngeha Mûnzûrê Navenda Ciwanan a Diyaneta Hz. Elî vekir. Piştî Muftîtiya Tunceliyê di medyaya civakî de ragihand ku wê Navenda Ciwanan a Hz. Fatima û kursa Kur’anê ya Ehlîbeyt jî dê bêne vekirin.

Sazî û rêxistinên Elewiyan ên wekî AABF, AABF Hessen, ADEF, Gustaburg AKM, Frankfurt AKM, Maînz AKM, Hattersheîm AKM, Koblenz AKM, Bad Homburg AKM, CHP Hessen, Hoch Taunus AKM, Russelsheîm, Mala Çandê Frankfurt, Navenda Çanda Kurd a Demokratîk Russelsheîm, BÎR-KAR Russelsheîm û Komeleya Çanda Kizilirmak li dijî hewldana Muftîtiya Tunceliyê li bajarê Russelheîmê ya ku Dersimî zêde lê dijîn çalakiya protestoyê lidar xistin. 

Çalakiya li ber îstasyona trenê ya navenda Russelheîmê hat destpêkirin dirûşm û pankartên; “Li Dersimê ji senteza bişaftina Îslama Tirk re na”, “Em li Zanîngeha Mûnzûr a Dersimê, Navenda Ciwana Ehlîbeyt a Hz. Elî a ku muftîtiyê vekiriye qebul nakin, şermezar dikin û vê zihniyetê lenet dikin” hatin vekirin.

Daxuyaniya hevpara hatibû amadekirin ji hêla Elî Kadîr Tanriverdî ve hate xwendin.

Tanriverdî diyar kir ku Dersim ji bo Elewiyan cihekî taybet e û ev tişt anî ziman: “Divê bê zanîn ku li Anatolyaya ku nasnameya Elewî ya Sersor Dersimê lê tê jiyîn, ji bo Elewiyan erdnîgariyek herî taybet e û kelha Elewiyan e. Ji hêla Osmanliyê ve bêhejmar sefer hatine kirin lê tu carî bi ser neketine. Dê vê carê jî bi ser nekevin. Em ji her şêwazê bişaftinê re dibêjin na.”

KEÇA SERHILDÊR A DERSIMÊ

Pîr Huseyîn Bîldîk jî di mîtîngê de axivî. Bîldîk balkişand li ser êrîşa polîsan a li ser cenazeyê Aysel Dogan û got: “Elewîtî rêyeke ku ji bo mirovahiyê ronîbûnê hildigire. Ev zîhniyeta ku her bêbextiyê li me dike, hukim li ser vê xakê kiriye. Çima DErsimê dihilbijêrin? Ji ber ku DErsim kaniya Elewîtiya Sersoriyê ye. Dersim meskenê ku agirên Elewî, rastiya Elewî û pîrên Elewî mesken lê girtiye. Dersim cihê kesên ku digotin ‘Dest bi dest, dest li heqê’ ye. Ji ber vê yekê Dersim cihê canên sereke ye. Canên sereke kî ne? Îro keça serhildêr a Dersimê Aysel Dogan li Elmanyayê ber bi heqîqetê ve meşiya. Lê niha cenazeyê Aysel Dogan nagirin Dersimê. Çima? Ji ber ku ew keça serhildêr a Dersimê ye. Ew wekî Sakîne, Zarîfe û Besêyan canê sereke ye. Ew keça dayê Naciyê ye. Ew keça dayê Fatma ye. Ew canek sereke ya ku rastiyan di ruh û wijdana xwe de digire ye. Canê me Aysel, ruhê te şa be. Cihê te ronahî be. Bîranîn û xweşikahiyê te ji bo rêya me ronahî, ji bo agirên pîroz ên Dêrsimê delîl be.”

AGIRÊ WAN VEMIRE, ZIMANÊ WAN LAL BIBE

Bîldîk têkildarî Navenda Ciwanên Ehlîbeyt a Hz. Elî ya ku muftîtiyê vekiriye jî wiha got: “Saziya Diyanetê saziyek fetvayê ye. Saziya Diyanetê saziyeke ku kujerê me vacîp û xwîna me helal hesap kiriye. Saziya Diyanetê saziyeke ku malên heram dixwe. Em heqê xwe helal nakin, agirê wan vemire û zimanê wan lal bibe.” 

Di mîtîngê de li ser navê Federasyona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Russelsheîmê jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de vekirina Navenda Ciwana Ehlîbeyt a Hz. Elî bi tundî hat şermezarkirin. 

Her wiha Hunermend Ferhat Tunç jî qala polîtîkayên bişaftina û qetlîamê a dewleta Tirk kir. 

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.