Nobedarên vê hefteyê koma ji Dûîsbûrgê ye

Çalakgerên vê hefteyê yên Nobeda Azadiyê, endamên NCDK'ê yên li Dûîsbûrgê ne. Komê li dijî êrişên dagirkerî û nokeriyê bang kir.

Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hate destpêkirin, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di hefteya 516'an de ye.

Çalakiya ku di sala dehemîn de ye, her hefte ji aliyê komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin. Nobedarên hefteya 516'an jî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Dûîsbûrgê ne.

Haydar Fergîl, Ozgur Varto, Îsmaîl Mînkara û Şerîf Ersoy di nava koma vê hefteyê de hene.

Haydar Fergîl bi navê komê daxuyanî da û diyar kir ku wan bi dirûşma "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li Kurdistanê ye" dest bi çalakiyê kirine û got, "Em di pêvajoyeke krîtîk de ne." Fergîl êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Iraqê yên li ser Şengalê bi bîr xist û anî ziman ku gelê Kurd bi têgihiştina vê pêvajoya krîtîk li her derê çalakiyan dike.

Haydar Fergîl destnîşan kir ku gelê Kurd heta azad bibe wê çalakiyan bike û got, "Komploya navneteweyî dewam dike." Fergîl bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re dewama vê komployê ne.

Haydar Fergîl diyar kir ku gelê Kurd wê ewladên xwe, wê gerîla bi tenê nehêle û got, "Ewropa helwesteke kerr, kor û lal nîşan bide jî em ê bi çalakiyên xwe siyaseta durû ya Ewropayê nîşan bidin."