PCF: Di rejîma Erdogan de polîs weke endamên çeteyan tevdigerin

Partiya Komunist a Fransayê bi peyamekê piştevaniya xwe ya bi Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku polîsên Tirk gef lê xwar û HDP'iyan anî ziman.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama piştevaniyê bi Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku polîsên Tirk gef lê xwar û HDP'iyan da.

Peyama PCF’ê wiha ye: “Di rejîma Erdogan de polîs dikare weke çeteyekî tevbigere û parlamenterekî mûxalîf bi kuştinê tehdîd bike."

PCF’ê peyam da ku ew bi Ayşe Acar Başaran û hemû hilbijartiyên HDP’ê û alîgirên wan re di nava piştevaniyê de ne.