BI DÎMEN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Aurichê hate nîqaşkirin

Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça ku beşdari civîna gel a li Aurichê, bû, behsa koçberiya bi darê zorê ya Kurdan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.

Li bajarê Aurichê yê ser Oldenburgê yê Almanyayê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên Meclîs û Komînan de civîneke gel hate lidarxistin.

Civîn li Mala Gel a Aurichê pêk hat û Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Almanyayê (KON-MED) Ruken Akça beşdar bû. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin û wisa got: “Ev biryar ne biryareke hêsan bû. Rêber Apo di pirtûka xwe ya pêncemîn de vê yekê bi zelalî rave dike û wiha dibêje, ‘Sedema derketina têkoşîna çekdarî ew bû ku xwe îspat bike û bê pejirandin. Heke pêwîst be em şer dikin, û heke pêwîst be em siyasetê jî dikin.’ Rêber Apo wê demê jî dixwest guherîn û veguherînekê bike. Ev ne bi dawîbûn e; berovajî, ev proseyeke nû ye. Em dizanin ku beriya wê jî bi Rêber Apo re hevdîtin hatine kirin. Êdî dewlet neçar ma ku bi Kurdan re li hev bike.”

Ruken Akça di berdewamiya axaftina xwe de bersiv da pirsên derbarê pêvajoyê de û bal kişand ser nîşaneyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û got: “Em dizanin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kiriye. Ev şer bi şerê Ukrayna û Rûsyayê xwe nîşan da. Di nav vê pêvajoya kaosê de Rêber Apo ev pêvajo dest pê kir. Kurd zêdetirî çil sal in neçar man ku koçî dîasporayê bikin.”

Ruken Akça axaftina xwe bi qalkirina koçberiyê wisa bi dawî kir: “Gelê Kurd ji ber zilma dewletê neçar ma koçber be. Partiya me li vir destûr neda ku em bihelin û tune bibin; em di bin sîwana xwe de kom kir. Gelek meclîs û malên me yên gel hene; ev jî me bi hev re dike yek.”

Civîna gel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.