Radestkirina belgeyên çekên kîmyewî ji bo OPCW'ê hat astengkirin
Çalakiya nobedê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) didome.
Çalakiya nobedê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) didome.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, NAV-BEL û DEM-NED’ê biryar girtî bû ku di serê meha Gulanê heta 30’ê Hezîranê her roja Sêşem û Pêncşemê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyan li dar bixe. Di vê çarçoveyê de çalakiyê îro jî berdewam kir.
Çalakî bi pêşengiya Kurdistaniyên li herêma Benelûksê ya ku Hollanda, Belçîka û Luksembûrgê dihewîne, tê lidarxistin.
Firînên enternasyonalîstên ku plan kiribûn beşdarî çalakiya îro bibin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Enternasyonalîstan plan kirîbû ku dosyayek ku tê de delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve tê de hemû pêşkêşî OPCW’ê bikin.
Tevî vê astengiyê jî Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û heyeta pê re xwestin dosyaya delîlan pêşkêş bikin, lê hewldanên vê komîteyê jî hatin astengkirin.
Çalakgeran bertek nîşan dan ku saziyên navneteweyî bi taybetî OPCW di êrîşên bi çekên kîmyewî de hevkar in.
Nobeda ewil a vê hefteyê bi meşekê li ber Dîwana Edaletê ya Laheyê bi dawî bû.