Rapora meclîsa Elmanyayê: Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike

Daîreya Xizmeta Zanistî ya Meclîsa Federal a Elmanyayê diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Dema ku dewleta Tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker dabû destpêkirin di 27’ê Nîsana 2022’an de Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbrock li Meclîsa Federal de axivîbû û li hemberî pirsên partiyên mûxalefetê qala ‘parastina rewa’ kiribû ku Tirkiye jî gelek caran qala vî tiştî dike. Baerbock diyar kiribû mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût jî li Meclîsa Federal gotibû “Êrişên dewleta Tirk dişibe dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê lê çima hikumeta federal heman helwestê nîşan nade?” Hikumeta di bin serokwezîrirya Olof Scholz jî ev bersiv dabû û gotibû “Tirkiye xwe dispêre Xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî û mafê xwe yê xweparastinê bi kar tîne.”

PISPORÊN MECLÎSÊ: ÎDDÎAYA HIKUMETÊ NE RAST E

Parlementer Akbûlût serî li Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal da û xwest fêm bike dema Tirkiye êrişî axa Başûrê Kurdistanê dike, cihê vî tiştî di hiqûqa navneteweyî de heye yan na. Di rapora li ser vî tiştî de hate diyarkirin di hiqûqa navneteweyî de cihê vê êrişê tune û serweriya Iraqê tê binpêkirin.

Rapor kete destê ANF’ê û di raporê de tê diyarkirin ku vê êrişa bi navê ‘Pençe-Kilît’ a ku Tirkiyeyê daye destpêkirin, di hiqûqa navneteweyî de cihê wê tune. Rapor di 17’ê Gulana 2022’an de hatiye amadekirin û 20 rûpel e.

Di raporê de ev xal derketine pêş:

AGAHIYÊN DI MEDYAYA TIRKIYEYÊ DE BÊ BINGEH IN:  Di medyaya nêzî hikumeta Tirk de tê gotin “Li gorî îstîxbaratê PKK’ê amadekariya êrişeke mezin dikir” lê ev agahî û îddîa ne rast in û tu bingeha wan tune.

PKK’Ê ÊRIŞ NEKIRIYE: Tirkiye xwe dispêre xala 51’emîn a Neteweyên Yekbûyî lê ji xaka Iraqê PKK’ê êrişî Tirkiyeyê nekiriye û ji ber vê di argumanên Tirkiyeyê de gumanên mezin heye. Jixwe di salên dawîn de çalakiyên PKK’ê yên di nav sînorên Tirkiyeyê de gelekî kêm bûne.

HEBÛNA PKK’Ê IRAQÊ PIRSGIRÊKA IRAQÊ YE: Hebûna PKK’ê ya li Iraqê heta ji bo Tirkiyeyê nebe xetereyeke şênber û gef, ev pirsgirêkeke navxweyî ya Iraqê ye. Dema ku Tirkiye dibêje ‘Heke hûn li hemberî PKK’ê tênekoşin, em ê têbikoşin’ ev xisarê dide serweriya Iraqê. Ji ber vê Tirkiye xala 51’emîn a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike.

TIRKIYE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût diyar kir Tirkiye êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike û got “Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser Kurdan hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Ji ber ku PKK’ê yekser êrişeke çekdarî nekiriye, ji bo Tirkiyeyê nayê wateya xweparastina cewherî û jixwe ev tişt di rapora serwîsa zanistî ya Meclîsa Federal de jî cih digire. Ev rapor diyar dike ku hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Piştî vê raporê divê êdî Elmanya piştgiriyê nede operasyonên leşkerên Tirk.

XALA 51’EMÎN A PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Di xala 51’emîn a Neteweyên Yekbûyî de ya ku Tirkiye xwe dispêre wê, ev tişt tê gotin “Heta ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hemû tevdîrên ji bo aştî û ewlekariyê pêk bîne, welatê ku endamê Neteweyê Yekbûyî ye ya ku êrişî wê hatiye kirin, nabe ku xisarê bigihêje mafê wê yê xweparastinê. Tevdîrên ji bo bikaranîna mafê parastinê ji Konseya Ewlekariyê rê tê ragihandin.”