Roja Zimanê Kurdî li Brîghtonê hat pîrozkirin
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê bi wesîleya Roja Zimanê Kurdî vekirina "Kardeha Kurdî" bi coş hat lidarxistin.
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê bi wesîleya Roja Zimanê Kurdî vekirina "Kardeha Kurdî" bi coş hat lidarxistin.
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê bi wesîleya Roja Zimanê Kurdî Mala Atolyeya Kurdî ya bi navê 'Kargaha Kurdî’ hat vekirin. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, Parlamenterê Partiya Karker ê Brîghton û Lloyd Russell Moyle û gelek kes tevlî merasîma vekirin û pîrozbahiyê bûn. Di vekirinê de zarokên ku perwerdeya zimanê Kurdî dibînin konserek muzîkê dan. Di çalakiya ku dîlan hat gerandin û stranên Kurdî hatin pêşkêşkirin de bal hat kişandin li ser girîngiya zimanê Kurdî.
‘EM JI BO KURDÎ BI BALDARÎ TEVBIGERIN’
Baydemîr di vekirina Kargaha Kurdî de axivî û li hemû Kurdan û bi taybetî jî li mamosteyên Kurdî cejna ziman pîroz kir. Baydemîr, anî ziman ku Kargaha Kurdî wê di dîroka East Sûssex û Brîghton a Îngilîstanê de xwedî cihekî girîng be û got, “Ez zimanê xwe ne li dibistanê, li malê ji dayika xwe Sito fêrî zimanê Kurdî bûm. Ez di şexsê Dayika Taybet (Taybet Ana) de hemû dayikên me yên kedkarên ziman bi bîr tînim. Ez zimanê xwe ji diya xwe fêr bûm. Lê îro mixabin beşeke girîng a dayikan êdî bi Kurdî napeyivin. Di wateyekê de zarokên me êdî bêy mamoste ne. Zimanekî bê mamoste li ber windabûnê ye. Çawa ku malbatên Kurd ku ji bo zarokên xwe fêrî zimanên biyanî bibin, ji bo hînbûna zimanên biyanî ti xercê nadin, divê ji bo Kurdî jî heman hesasiyetê nîşan bidin û mamosteyên Kurdî biparêzin.”
Di çarçoveya çalakiyan de zarokan berhemên Celadet Alî Bedirxan ên di warê zimanê Kurdî de bi Kurdî û Îngilîzî xwendin. Piştre ji aliyê zarokan ve konsera muzîkê hate pêşkêşkirin. Di çalakiyê de avakerê Kargaha Kurdî Cevahîr Sadakdûz jî axaftinek kir û diyar kir ku 17 sal in li Amedê di warê ziman û çanda Kurdî de xebatên xwe dimeşîne. Sadak anî ziman ku dewleta Tirk hemû saziyên Kurdan hedef digire û got, “Qeyûm tayînî hemû şaredariyan kirin û hemû sazî bi awayekî derqanûnî girtin. Hema bêje em bi zilmên mezin ên mîna lehiyê re rû bi rû man. Di Tora Ziman û Çanda Kurdî de ku ji 300 kesên ku li hemberî vê zilmê hatin cem hev, her kesî soza xizmetkirina ziman û çanda Kurdî dan. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez dersên Kurdî bidim. Armanca me ew e ku em zarokên xwe bi qasî ku her kes dizane û heye hînî Kurdî bikin. Bi qasî zanîna xwe ez ê hewl bidim hîn bikim.”
Helbesvan û Nivîskar Matt Broomfîed helbestên ku dema li Rojavayê Kurdistanê 3 sal jiyaye nivîsandibû bi Kurdî û Îngilîzî xwend. Broomfîed ku pir baş bi Kurdî diaxive û dinivîsîne, anî ziman ku ew ji pergala perwerdehiya Rojava gelekî bandor bûye, behsa pirtûkên xwe yên ku wê bên çap kirin kir.
Di dawiya bernameyê de ji bo keda Mamoste Sadak di warê zimanê Kurdî de di şexsê hemû kedkarên Kurd de destegulek hat pêşkêşkirin.