Saziyên civaka Êzidî ji bo tevlêbûna meşa di 14’ê Gulanê de bang kirin
Saziyên civaka Êzidî SMJÊ, PADÊ, NAV-YÊK, MŞD, HÊS, HCÊ, NÇÊ, SMGÊ ji bo meşa di 14’ê Gulanê de wê li Berlînê were lidarxistin bang kirin.
Saziyên civaka Êzidî SMJÊ, PADÊ, NAV-YÊK, MŞD, HÊS, HCÊ, NÇÊ, SMGÊ ji bo meşa di 14’ê Gulanê de wê li Berlînê were lidarxistin bang kirin.
Saziyên civaka Êzidî Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) ji bo meşa di 14’ê Gulanê de bang kirin.
Di daxuyaniya saziyan de ev tişt hate diyarkirin:
“Xwedîderketina berxwedana gerîla û parastina Kurdistanê, li ser dîrok û rastiya xwe ji her kesî zêdetir erkê civaka Êzdî ye.
Em wek Kordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê, bi navê hemî sazî û pêkhateyên xwe, bang li hemî kesên xwedî xîret, bi taybetî jî li civaka xwe a Êzdî dikin, ku tevli meşa parastina Kurdistanê a 14.05.2022 li bajarê Berlîn pêk tê bibe.
Ev demek e nirxên Kurd û Kurdistaneke xwedî vîn û serbixwe car din di bin êrîşên dijminan de ne, dijminên me yê dagirker, li aliyekî dewleta tirk a faşist û Erdoğanê xwînmij, li aliyên din hikûmeta Iraqê a Kazimî yê bê pîvan û ehlaq û herî dawî jî malbata Berzanî/PDK a xwefiroş, ku ji dîrokê ve destên wê ketiye xwîna gelê Kurd û ji bo Kurdistaneke azad hertim buye asteng, niha jî bi dijminan re hevkar e û xeta xiyanetê dimeşîne. Ev nirxên ku bi dehan sal hatine bidestxistin, ji hemî demê zêdetir di bin êrîşên xeter de ne. Çi li qadên çiyayên azad û çi jî li Şengala pîroz, an lê wek ku di Êzdîtayê de jî tê gotin berxwedêrên Kurdistanek azad serî didin û sir nadin, ser vî asasî jî berxwedanek bê hempa heye. Şervanên azadiyê ji hemî demê zêdetir derbên mezin li dijminan dixin.
Tûnekirina vê berxwedanê di serî de tunebûna Êzditayeke qedîm e, lewra jî ji hemî demê zêdetir dibê civaka me rabe ser piyan û van nirxan hetanî dawî biparêze, ên ku Êzdî ji qirkirinê parastin û niha jî ji bo hebûna Êzdîtayê mîsoger e, ev tevger, ev nirx û ev felsefe ye.
Em dubare bang dikin ku bi taybetî civaka me a Êzdî, bi rihe qehremantiya Egîd û Dilşêran, bi dilsoziya Mam Zekî û Mam Beşîran, bi mêrxasiya Zerdeşt, Merwan û Sihîdan û berî her tiştî jî bi fedekarî u berxwedana dayikên Şengalê tevlî vê meşa berxwedana gerîla û parastina Kurdistanê di 14’ê Gulanê de bibn Meş wê li Berlînê were lidarxistin.
Xwedîderketina Kurdistanê di serî de xwederketina Êzdîxanê ye. Hebûna Êzdîxanê hebûna Kurdistanê ye.”