BI DÎMEN

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas hat berdan

Siyasetmedar Mehmet Çakas ê ku ji girtîgeha Uelzen ê Elmanyayê hat berdan bi tilîlî û çepikan hat pêşwazî kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas 5 salan bi şertê berdana bi kontrol hate tehliyekirin. Lê belê, Elmanya ji ber redkirina serlêdana penaberiyê ya Çakas û nebûna destûra wî ya rûniştinê, gefa dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê didomîne.

Ji bo pêşwaziya Çakas ji saetên sibehê ve girseyek ji bajarên wekî Hamburg, Hannover û bajarên din ên Elmanyayê li ber girtîgehê kom bû û li ber stranan govend gerandin. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û hevserokên FED-DEM’ê Hakîme Yousef û Latif Karakaş jî beşdarî pêşwaziyê bûn.

Hevserokan di pêşwaziyê de axivîn û polîtîkayên zextê yên Elmanya yên li dijî Kurdan şermezarkirin û kampanyaya li dijî gefên dersînorkirinê yên li hember Çakas hate bibîr xistin. Çalakvana Elman Sofie jî girîngiya hewldanên hevgirtinê anî ziman.

Memhet Çakas jî hemû kesên hatine pêşwaziyê spas kir û diyar kir ku kampanya ji bo kesek nehatiye meşandin. Çakas got, “Ev xebat ji bo edaletê hate meşandin û encam girt. Eger mirov ji tiştek bawer bike û ji bo wê hewl bide, teqez dê encamê bigire. Kurd êdî ne mîna berê ne. Kurd êdî xurt in. Divê dewleta Elmanyayê vê rastiyê fêm bike û li gorî wê helwesta xwe biguherîne. Em gelekî ku bi felsefeya civaka demokratîk û jin jiyan azadî têkoşîna xwe dimeşînin. Heta hemû hevalê me û Rêber Apo serbest bê berdan wê têkoşîna me bidome.”

Piştî axaftinan, şîrînî hat belavkirin û Çakas û malbata xwe ber bi Hamburgê ve bi rê ketin.

Piştî ku serlêdana Çakas ya penaberiyê li Elmanya hat redkirin, derbasî Îtalyayê bû û ji nû ve serlêdan kir. Lê belê, ji ber Bultena Sor a Interpolê, ew di Kanûna 2022’yan de li Îtalya hat girtin û radestî Elmanya hat kirin. Dadgeha Bilind a Herêmî ya Celle di Nîsana 2024’an de 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê bi sûcdariya endamtiya PKK’ê da wî.

Tevî serbestberdana wî, bi hinceta nebûna destûra rûniştinê li dijî wî biryara radestkirinê hat dayîn. Dersînorkirina ku ji bo 28’ê Tebaxa 2025’an hatibû plankirin, ji ber nerazîbûna raya giştî ji aliyê Dadgeha Luneburgê ve bi demkî hat rawestandin. Rûniştina nû dê di 24’ê Mijdara 2025’an de were lidar xistin.