Siyasetmedarê Kurd Ocalan ê li Elmanyayê girtî rakirin nexweşxaneyê
Hate hînbûn ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Gulana borî ve li Elmanyayê girtî ye, nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê.
Hate hînbûn ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Gulana borî ve li Elmanyayê girtî ye, nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê.
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan di encama lêpirsîna ku ji sala 2019’an ve ji aliyê Serdozgeriya Federal a Karlsruhe ve dihat meşandin, di Gulana 2021’an de hatibû destgîrkirin û girtin. Di lêpirsîna ku li gorî xala 129b hat vekirin de, hat îdiakirin ku Ocalan endamê "rêxistina terorê ya biyanî ye" û "berpirsyarê herêmê" yê PKK'ê ye ku li gelek bajarên başûrê Almanyayê de cih digire.
Hate hînbûn ku Ocalan ê 58 salî ku li girtîgeha Frankfurtê girtî û di 11'ê Nîsanê de li Dadgeha Bilind a Herêmê ya Frankfurtê dihat darizandin, di 10'ê Gulanê de bi teşhîsa iltîhaba kezebê rakirin nexweşxaneyê û di 12'ê Gulanê de emeliyat bû. Hat diyarkirin ku li gel êşên giran ên Ocalan di rojên dawî de zêde bûne jî, ji ber bêhesasiyeta rêveberiya girtîgehê, ji bo dermankirinê bi derengî şandine nexweşxaneyê.
DERMANKIRIN BI KELEPÇEYÊ DIDOME
Ji Komeleya Piştgiriya bi girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê re, ji Azadî Monîka Morres ku rewşa tenduristiya Ocalan ji ANF'ê re nirxand û wiha got: "Piştî emeliyatê rewşa tenduristiya wî baş e. Lê belê, dermankirina wî li nexweşxaneyê bi kelepçeyê berdewam dike. Her wiha du nobedarên ewlehiyê bi berdewamî nobetê li ber serê wî digirin."
Morres, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê nexweşî û êşa wî cidî nagire û diyar kir ku Ocalan 4 roj in êşên giran kişandiye.
Morres nêzîkatiya rêveberiyê şermezar kir û wiha dewam kir: “Bijîjkên ku em pê re axivîn jî gotin ku ji ber şert û mercên girtîgehê kezebê îltîhab girtiye. Parêzerên wî çûn serdana wî, gotin rewşa tenduristiya wî niha baş e, lê dê demekê li nexweşxaneyê bimîne. Em nizanin rewşa tenduristiya wî ya xirab dê bandorek çawa li pêvajoya darizandinê bike."