Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku ji sala 1993'an û vir ve bi her awayî kar û sembolên wê li Elmanyayê qedexe ye, li dijî vê qedexeya ku zêdeyî 1.5 milyon Kurdên li Elmanyayê krîmînalîze dike, dest bi pêvajoya qanûnî dike.
Parêzer Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle wê bi navê PKK'ê îro bi rengekî fermî serî li Wezareta Karên Hundir bidin û bixwazin ku qedexeya 29 salan bi dawî bibe.
Li ser serlêdana li Wezareta Karên Hundir, herdu parêzer wê îro li paytext Berlînê civîna çapemeniyê lidar bixin. Ji bo civînê, piraniya saziyên çapemeniya Elman hatine vexwendin. Parêzer wê di civînê de li ser serlêdanê agahiyên berfireh bidin raya giştî ya Kurd û Elman.
'ŞENS HEYE KU QEDEXE BÊ RAKIRIN'
Beriya serlêdana ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, yek ji rojnameyên sereke yên vî welatî Tagesspiegelê bi sernavê "Li gel hêza Tirkiyeyê ya li Elmanyayê jî PKK dixwaze legal bibe' nûçe-şîroveyeke berfireh weşand. Di nûçeyê de ku bi Îmzeya Hannes Heine hate weşandin, rabirdûya qedexeya li ser PKK'ê û bûyerên salên dawî qewimîn hatin nirxandin û hate destnîşankirin ku serlêdana nû wê zorê bide têkiliyên Berlîn-Enqereyê.
Rojnameyê banga 'Em dixwazin rûpeleke nû vekin' a PKK'ê bi bîr xist ku beriya çend rojan li Hikumeta Federal a bi serokwezîrtiya Olof Scholz kiribû û bal kişand ser daxuyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a sala 2015'an ku ji ber bûyerên tundiyê yên salên 1990'î yên li Elmanyayê qewimîn, lêborîn xwestibû. Rojnameyê di heman demê de gotinên ji lîderên partiya CDU Volker Kauder ên sala 2014'an bi bîr xist, ku piştî PKK'ê Êzidî û Xiristiyan ji komkujiya DAÎŞ'ê rizgar kir gotibû 'Divê ji PKK'ê re jî alîkariya çekan bê dayin'. Rojnameyê ragihand ku li gel vê daxuyaniyê dadgerî û yekîneyên ewlekariyê yên Elman di nêzîkatiya li PKK'ê de guhertin nekirin.
Ji parêzerên PKK'ê Dr. Peer Stolle li ser serlêdanê ji rojnameyê re axivî û got, "Em dibînin ku ji bo rakirina vê qedexeya pûç şensek heye. PKK niha li Elmanyayê tenê bi sembol, al û propagandaya xwe di rojevê de ye, ti bûyereke tundiyê ji xwe tune ye. Eger Wezareta Karên Hundir bersiveke neyînî bide serlêdana me em ê serî li Dadgeha Îdareyê ya Federal bidin."
'DIVÊ WEZÎRA FEMÎNÎST BAERBOCK PKK'Ê ASTENG NEKE'
Rojnameyê her wiha bi taybetî bal kişand ser gotina 'divê Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock a li ser xeteke femînîst de li pêşiya PKK'ê nebe asteng' a parêzer Dr. Stolle û işaret bi helwesta Baerbock a li ser Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Rojnameyê di şîroveya xwe de diyar kir ku wezîrê karên derve yê berê yê Elmanyayê di dema anîna Elmanyayê ya welatiyên Elman ên endamê DAÎŞ'ê de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê gotibû 'Em ji muxatabên xwe yên xwecihî re spas dikin", lê belê Baerbock meha Adarê got "Em ji Rêveberiya Xweser a Kurd re spas dikin."
'DÎPLOMATÊN TIRK Û MÎT WÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'
Rojnameyê diyar kir, tevî ku PKK di 'Lîsteya Rêxistinên Terorîst' a Yekîtiya Ewropayê de ye li Fransa û Swêdê destûr ji sembolên PKK'ê re tê dayin, lê belê li Elmanyayê destûr ji rewşeke wiha re qet nayê dayin û herî dawî bal kişand ser pêşdîtineke burokrateke payebilind a berê ya Elman.
Burokrata ku li qada ewlekariyê pispor e diyar kir ku piştî serlêdana ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, rêveberiya Enqereyê wê bikeve nava liv û tevgerê û Elmanya wê di wergirtina biryarê de zehmetiyê bikişîne. Burokrata berê ku niha weke pispora ewlekariyê dixebite, ragihand ku dîplomatên Tirk wê li Berlînê hîn bêtir bixebitin û îstîsbarata Tirk MÎT jî wê hewl bide bandorê li ser daîre partiyên Elman bike.
'DEWLETA TIRK DI ŞERÊ 40 SALAN DE NESERKETÎ YE'
Burokrata berê anî ziman ku MÎT'ê xwe bi rengekî xurt li Elmanyayê bi rêxistin kiriye û got, "Dewleta Tirk 40 sal in li herêma Kurdan şer dike û di vî şerî de neserketî ye. Li herêmê timî ji bo PKK'ê sempatî heye. Dibe ku divê Enqere siyaseteke cuda bimeşîne."