Tûrnûvaya ji bo bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' li Stuttgartê hate lidarxistin
Di Tûrnûvaya futbolê de ya ku ji aliyê TCŞ û TêkoJIN ve ji bo bîranîna Şehîd Harûn (Hasan Ozbey) li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê hate lidarxistin Mazlûmspor bi ser ket.
Di Tûrnûvaya futbolê de ya ku ji aliyê TCŞ û TêkoJIN ve ji bo bîranîna Şehîd Harûn (Hasan Ozbey) li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê hate lidarxistin Mazlûmspor bi ser ket.
Tûrnûvaya ji bo bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Têkoşer (TêkoJIN) ve li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ji bo bîranîna Şehîd Harûn hate lidarxistin.
Tûrnûvayê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir. Di axaftinan de ku li tûrnûvayê hatin kirin, şehîdên meha Gulanê careke din hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku têkoşîna wan wê bê şopandin.
Di tûrnûvayê de ku 10 tîm tevlî bûn, Mazlûm Spor bû yekemîn, Tîma Bahoz bû duyemîn, û Çewlik Spor û bû sêyemîn.