EWROPA
Hemû Nûçe
-
Newroz li Londonê bi heybet hate pîrozkirin
Newroz li Londonê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de hate gotin, "Jiyanek bê Rêbertî li me heram e, faşîzm wê têk biçe, Rêber Apo wê azad bibe." -
ADGB: Ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê berê xwe bidin Frankfûrtê
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ragihand ku ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê ew ê li Frankfûrtê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. -
Li bajarên Elmanyayê Newroz hat pîrozkirin
Di pîrozbahiya Newrozê de ku ji aliyê meclîsên civaka demokratîk ên Oldenbûrg, Aurîch û li Bochûmê ve hate organîzekirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat berzkirin. -
Şehîdên Newrozê Ronahî û Bêrîvan li Mannheîmê hatin bîranîn
Ronahî û Bêrîvan ên di Newroza 1994’an li Elmanyayê bedena xwe dabûn ber agir, li bajarê Mannheîmê hatin bîranîn. -
Li Bremen û Hambûrgê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li Bremen û Hambûrgê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Newroz hat pîrozkirin. Di şahiya Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Şehîdên Helebçeyê li Sydneyê hatin bîranîn
Şehîdên Helebçeyê li Sydneyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Bi hezaran li Newroza Swîsreyê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
Bi hezaran kesên ku di Newroza Swîsreyê de li hev civiyan, Pêngava Azadiyê ya 10'ê Cotmehê hatibû destpêkirin silav kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Li Halleyê Newroz hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Halle yê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Li Atînayê meşa li dijî nîjadperestî û şer
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi banga rêxistinên penaberan bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û şer daketin qadan. -
Li Neversê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Nevers ê Fransayê dijîn, li ser esasê mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirina Kurdan Newroz pêşwazî kirin. -
Şehîdên Helebceyê li bajarên Ewropayê hatin bibîranîn
Di çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê de, hat xwestin ku Qirkirina Helebce û Enfalê di asta navneteweyî de bê naskirin, tazmînata qurbaniyan bê dayîn û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê bên şermezarkirin. -
Şehîd Tolhildan Qendîl li Darmstadtê hat bibîranîn
Dayika Şehîd Tolhildan Qendîl Kejal Hesen Zade ku bi rêya telefonê beşdarî merasîma bîranînê ya li Darmstadtê bû, wiha got: “Ez ji we daxwaz dikim ku wefadarî û baweriya xwe ya bi şehîdan re biparêzin. Her tim serê xwe bilind bikin.” -
Li Şaredariya Munîhê Newroza destpêkê!
Li şaredariya bajarê Munîh ê Elmanyayê, YJK û Dîe Lînke’yê resepsiyona Newrozê ya hevpar lidar xist. Li Munîhê ku cara destpêkê ye Newroz lê tê pîrozkirin, hat destnîşankirin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd şert e. -
FED-KURD'ê banga beşdarbûna Newrozê kir
FED-KURD'ê ji bo pîrozbahiya navendî ya Newrozê banga beşdarbûnê kir ku pîrozbahî wê di 23'yê Adarê de li Frankfûrtê were lidarxistin. -
KCDK-E: Me Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrîn ji bîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin
KCDK-E’yê komkujiyên Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrînê şermezar kir û bang kir ku li ser bingehê yekîtiya neteweyî berxwedan bê mezinkirin. -
Şehîdên Helebçe li Lûzernê hatin bibîranîn
Li Lûzernê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Li siyasetmedar Tahir Koçer 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Siyasetmedar Tahir Koçer ku di Kanûna 2022’an de hatibû binçavkirin û girtin, di rûniştina li Munîhê de 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Li Bonnê ji bo zarokê li Efrînê hat qetilkirin meş hate lidarxistin
Li Bonnê qetilkirina bi hovane ya zarokekî li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, bi meşekê hate protestokirin. -
Tecrîda Îmraliyê di rojeva Konseya Federal a Swîsreyê de ye
Parlamenterên Swîsreyê tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin anîn rojeva Meclîsa Federal a Swîsreyê û bang li Konseya Federal kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkevin nava liv û tevgerê. -
Konseya Ewropayê daxwaza demildest berdana Demîrtaş kir
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) bang li dewleta Tirk a ku biryarên DMME'yê bi cih neaniye, kir ku demildest siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş serbest berde û ji bo Osman Kavala jî wê diyalogê bidomîne. -
Li Rûsyayê hilbijêr ji bo hilbijartina ku encama wê diyar e, çûn ser sindoqan
Li Rûsyayê ji bo hilbijartinên serokatiyê ku vê roja Îniyê destpê kir û wê heta Yekşemê bidome, bang li 110 milyon hilbijêran hate kirin ku biçin ser sindoqan. -
Senatorên Baskê pirsa 'Îmraliyê' li hikumeta Spanyayê kirin
Senatorên herêma Baskê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta li Madrîdê kirin û bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Zimanê şerker ê Macron ê li dijî Rûsyayê bû sedema nerazîbûnan
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron careke din têkîldarê şerê Ûkraynayê daxuyaniyên tund da û diyar kir ku eger alozî zêde bibe ew amade ne bersivê bidin. Mûxalefetê nerazîbûn nîşanî gotinên 'şerxwaz' ên Macron da. -
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê: PDK êdî bi eşkere dijminatiyê dike
Rêxistinên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê û Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabûn û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan. -
Welatparêz Cemal Dûman jiyana xwe ji dest da
Cemal Dûman ku demeke dirêj ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, li Verviersê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dûman ji aliyê gelek Kurdistaniyan û hezkiriyên wî ve hat veşartin.