EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şehîda Katoyê Zinarîn Arjîn li Bernê hat bîranîn
Ji bo gerîlaya HPG’ê Zinarîn Arjîn ya ku di sala 2017’an de şehîd bûbû, li Saziya Çanda Kurd a Bernê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Kurd li seranserî Ewropayê daketin qadan
Li gelek welatên Ewropayê Kurd bi boneya 1’ê Gulanê daketin qadan û bal kişandin li ser êrîşên dagirkirinê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di çalakiyan de li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî banga hestyarê hat kirin. -
Li Fransayê karker û Kurdan 1’ê Gulanê pîroz kir- HAT NÛKIRIN
Li bajarên Fransayê hezaran karker, kedkar û Kurd daketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Kurdan di mîtîngan de bal kişand li ser êrîşên dagirkirinê yên li ser axa Kurdistanê û banga piştevaniya navneteweyî kirin. -
Gerîla Serhat li ser gora xwe hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Kendal Serhat (Xalîs Ceylan) di salvegera 4’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe li bajarê Helsînkî hate bibîranîn. -
KON-MED: Bi ruhê rêxistina hevpar û piştevaniyê tevlî 1'ê Gulanê bibin
KON-MED’ê daxwaz ji gelê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin. -
Li Helsînkiyê bîranîna şehîdan
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo 6 endamên çapemeniya PJAK'ê yên di encama bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker de şehîd bûn meresima bîranînê hate lidarxistin. -
KNK: Li hemberî dagirkeriyê em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin
KNK’ê bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê, peyamek nivîskî weşand û bang li gelên Kurdistanê kir û got: “Divê li hemberî dagirkeriyê em ref bi ref biherikin qadên 1’ê Gulanê.“ -
Li Floransayê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wê yên Îtalyayî li bajarê Floransa yê Îtalyayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin û gerîlayên li berxwe didin silav kirin. -
Kurdên li Cenevreyê li hemberî dagirkerî, xiyanet û çekên kîmyewî meşiyan
Kurdistaniyên li Cenevevreyê dijîn li hemberî êrîşên dagikirinê û hevkariya PDK’ê meşiyan. Girseyê di meşê de peyama ‘’Gerîla li serê çiyayan li ber xwe dide em ê jî li kuçe û kolanan li ber xwe bidin.’’ hat dayîn. -
Li Fransayê bi hezaran got: Gerîla rûmeta me ye- HAT NÛKIRIN
Di çalakiyên ku bi dirûşmeya “Gerîla rûmeta me ye” hatin lidarxistin de, bang li welatên NATO’yê yên erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk erê kirinî hat kirin û hat gotin, “Nebin şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.” -
Li Stockholmê şehîdên çapemeniya PJAK’ê hatin bibîr anîn
Her şeş şehîdên çapemeniya PJAK’ê yên ku di sala 2008’an de li Qendîlê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li Stockholmê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Li Kopenhagê li dijî qedexeyê îmze hatin komkirin
Li Kopenhagê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe, îmze hatin berhevkirin. -
‘Divê gelê Kurd li her qadê têkoşînê bilind bike’
Endama MSD’ê Îlham Ehmed di mîtînga li Dusseldorfê de axivî û diyar kir ku gelên Kurdistanê di serdemek girîng û krîtîk de derbas dibe û got: “Ev sedsal ji bo gelê Kurd sedsala hebûn û tunebûnê ye. Di vê gelê Kurd li her qadê têkoşînê bilind bike.” -
Gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê li qadan in
Kurd û dostên wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li Yewnanistan û Awûstralyayê daketin qadan. -
Li Awûstralya û Fransayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Li bajarên Melbourne ya Awûstralyayê û Toûloûse ya Fransayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. -
Li Dusseldorfê bi hezaran kes li hemberî dagirkerî û xiyanetê dimeşin - HATE NÛKIRIN
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kes li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK'ê li hev civiyan û meşiyan. Di meşê de êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin. -
KOMAW: Gelê me di bin zexteke mezin de dikevin cejnê
KOMAW: Di bin êrişa dewletên qirker de gelê me dikeve Cejna Remezanê. -
KCDK-E: Em 1'ê Gulanê veguherînin qada têkoşîna gelan
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) got, "Em 1'ê Gulanê li dijî dîktator Erdogan ê ku bi rêbazên dijmirovî dixwaze li Kurdistanê qirkirinê bike û modernîteya kapîtalîst a ku şer derdixe pêş, veguherînin têkoşîna hevpar a gelan." -
Li Lefkoşayê dagirkeriya dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê bi çalakiyekê hatin protestokirin. -
Li Dûîsbûrgê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (KOMAW) 3 gerîlayên ku di dîrokên cuda de li Kurdistanê şehîd bûbûn, hatin bîranîn. -
Çalakiya li Cenevreyê bi dawî bû, ji bo meşa sibe bang hat kirin
Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li Cenevreyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê bi dawî bû. Hevseroka CDK-S'ê Selma Sûrer ku cihê xwe di çalakiyê de girt, banga tevlîbûna xurt a meşa mezin a ku wê sibe li qada Qûaî Wîlson a bajêr bê destpêkirin, kir. -
Çalakiya li ber NY didome: Emê heta dawiyê têbikoşin
Kurdistaniyên ku li dijî dagirkeriyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê pêk anîn gotin, “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li têbikoşin.” -
FCK-BW-Bayern: Em bi hêz tevlî meşa li Dusseldorfê bibin
FCK-BW-Bayernê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xayîntiya PDK’ê banga tevlêbûna mîtînga li Dusseldorfê kir û got: “Roj roja xwedîderketina li Kurdistanê û şervanên wê yên egîd e.’’ -
Saziyên Kurd ên li Swîsreyê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin
Kurdên li Cenevreyê wê tevî dostên xwe sibe li dijî dagirkerî û xiyanetê li hev bicivin. Saziyan her wiha ji bo 1'ê Gulanê jî bang kirin. -
FED-KURD’ê ji bo tevlêbûna meşa Dusseldorfê bang kir
FED-KURD’ê ji bo meşa roja Şemiyê ya ku wê li hemberî dagirkerî û îxanetê li Dusseldorfê were kirin, bang kir û bernameya birêketina otobusan eşkere kir.