EWROPA
Hemû Nûçe
-
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di roja 2’emîn de ye
Meşa ku ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Hammê didome. -
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi semînerê qediya
Çalakgeran ku roja destpêkê ya Meşa Dirêj li ber HBF a Bîelefeldê qedandin, danê êvarê semînera 'Jin, Jiyan, Azadî' lidar xistin. -
Şehîdên Xakurkê li Parîsê hatin bîranîn
Sê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hatin bîranîn. -
Jîna Emînî li Strasbourgê hat bibîranîn: Jin, Jiyan,Azadî qirîna serhildanê ye
Jîna Emînî di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de li Strasbourgê hat bibîranîn. Jinan diyarkirin ku Tevgera Jin, Jiyan, Azadî qirîneke serhildanê ya hemû bindestên li Îran û seranserê cîhanê ye û banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
KOMAW’ê banga tevlîbûna mihrîcana li Frankfurtê kir
KOMAW'ê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûna 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a li Frankfurtê bê lidarxistin kir. -
Li Helsinkiyê çalakiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi boneya 2'yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê li navenda Helsînkiyê çalakî hat lidarxistin. -
KCÊ-E'yê banga tevlîbûna festîvala Frankfurtê kir
KCÊ-E’yê banga tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd kir ku wê 21’ê Îlonê li Frankfurtê were lidarxistin û got, "Beşdarbûna festîvalê erkeke welatparêziyê ye û divê her welatparêzek bi erkê xwe rabe." -
Ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin: Azadî bi berxwedanê pêkan e
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, Meşa Dirêj destpê kir. Ciwanan got: “Azadî bi berxwedanê pêkan e.” -
Zêdeyî 1500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Îmraliyê bang kirin
Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 1500 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyekê û ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin. -
Elmanya kontrolên li ser sînor ji nû ve da destpêkirin
Hikûmeta Elmanyayê di bin navê têkoşîna li dijî koçberiya bê rêk û pêk de, wê di navbera 6 mehan de kontrol li hemû sînorên xwe ku dibe mijarê nîqaşan, pêk bîne. -
CÎK’ê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) diyar kir ku tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî ku mezintirîn hevdîtina Kurdên li Ewropayê ye, pêwîstiyeke xwedîlêderketina azadî û nirxên çandî ye. -
TJK-E’yê nameya derbarê Abdullah Ocalan, ji endamên KE’yê re şand
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di nameya ku ji endamên Konseya Ewropayê re şandî de, ji wan xwest ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. -
Hiqûqnas Urs Matsinger: Abdullah Ocalan sîstema nû ya cîhanê hejand
Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê zanistiya civakî ve karên gelekî cidî kiriye; sîstema nû ya cîhanê hejandiye û vê yekê di bin tecrîdê de dike. -
Di festîvala Marsilyayê de xwedî li ‘Pêngava Azadiyê’ hat derketin
4’emîn Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li bajarê Marsilya yê Fransayê hat lidarxistin. -
Li Hamburgê civîna gel: Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin
Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken ê ku beşdarî civîna gel a li Hamburgê bû, diyar kir tecrîd li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd astengiya herî mezin e. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî got, "Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin." -
Meşa Dirêj a Ciwanan bi konferansê dest pê kir
Meşa Dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansa "Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan" li Bielefeldê dest pê kir. -
Zarok MA li Berlînê bi zarokan re hat gel hev
Zarok MA ku yekemîn dibistana muzîkê ya zarokan a li cîhanê ye, li paytexta Elmanyayê Berlinê çalakiyek li dar xist. Zarok MA muzîka Kurdî û dewlemendiya çandê bi zarokan re da nasîn. -
Şehîd Asrîn Bawer li Parîsê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer û hevrêyên wê li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Bahoza Borîs: Li Romanya, Polonya û Awusturyayê 7 kes mirin
Ji ber barana dijwar a piştî bahoza Borîs a li navenda û rojhilatê wê pêk hat, li gelek welatan bû sedema lehiyê. Hat ragihandin ku li Romanyayê 5 li Polonyayê yek û li Awusturyayê yek kes bi giştî 7 kes mirine. -
'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hate lidarxistin
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Belçîkayê cara duyemîn 'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hate lidarxistin. -
Jîna Emînî li bajarên Ewropayê hat bibîranîn, berxwedana girtiyan hat silavkirin
Jîna Emînî li gelek bajarên Ewropayê hat bibîranîn. Di çalakiyê de mîmarê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana girtiyên jin hat silavkirin. -
CDK-S: Ji bo xwedî derketina li çanda xwe berê xwe bidin Frankfurtê
Hefteyek ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî maye ku wê li Frankfûrtê bê lidarxistin. Endamên CDK-S’ê ev bang kirin: “Ji bo şikandina êrîşan û xwedî derketina li çanda xwe berê xwe bidin Frankfurtê.” -
'Em bi hezaran kes li qada festîvala li Başûrê Fransayê bicivin'
Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersîm a ku li Marsîlyayê tê lidarxistin çend roj şûnde wê destpê bike. Yên ku tevlî amadekariyan bûne banga "Em bi hezaran li dora berxwedana gerîla bibin yek û ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê biqîrin" kirin. -
Li Berlînê ciwanên Kurd ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin
Ciwanên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê ne, ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin ku çalakî wê di navbera 15-20'ê Îlonê de bê lidarxistin. -
Elmanyayê komeleyeke Îslamî qedexe kir
Wezareta Karên Hundir a herêma Brandenburgê 'Navenda Îslamê ya Furstenwalde al-Salam (IZF)' bi îdîaya ku têkiliya xwe bi Biratiya Misilman û Hamasê re heye, qedexe kir.