Çeteleya tundiyê ya meha Îlonê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya Jinnewsê, di tevahiya meha Îlonê de 19 jin û zarokek ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 21 jin û zarokek jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

ÇETELEYA TUNDIYÊ

Li gorî daneyan, piraniya jinan ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Di nava kujeran de hevjîn, hevjînê berê, nas, xezîr, zarok, nevî û cîran hene. 3 jin di qonaxa hevberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên hevberdayî, 3 jî ji aliyê mêrên pê re zewicî ve hatin qetilkirin.

Di nava bajarên ku komkujî lê qewimîn de Enqere, Afyon, Kocaelî, Denîzlî, Îzmîr, Antalya, Osmaniye, Stenbol, Mûgla, Samsun, Zonguldak û Dîlok hene.