Heyeta MSD'ê hevdîtin bi Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Parastinê re kir
Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Îngilistanê hevdîtin bi Serokwezîr Keir Starmer re kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ragihand.
Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Îngilistanê hevdîtin bi Serokwezîr Keir Starmer re kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ragihand.
Heyeta MSD'ê beşdarî konferansa salane ya Partiya Karker a li Liverpoolê bû ku li Îngilistanê desthilatdar e. Konferansa ku lîderên partiyan, parlamenter, nûnerên sendîka û rêxistinen civakî yên sivîl jî di nav de nêzî 20 hezar kes beşdar bûn, wê heta 1'ê Cotmehê dewam bike. Di konferansê de ku kombûna herî mezin a salane ya partiyê ye, karên sereke yên polîtîka hundirîn û derve lê têne nîqaşkirin.
Hevserokê Têkiliyên bi Gel re Hassan Mohammed Ali li konferansê MSD temsîl kir. Alî bi heyeta pê re hem di çarçoveya konferansê de hem jî li derveyî wê hin danûstandinên di asta bilind de kir.
Hassan Mohammed Ali li Liverpoolê bi Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer re hevdîtin kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jê re ragihand.
Ebdî bang li dewleta Brîtanyayê kir ku di avakirina Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya navxweyî de bi rola pêşengiyê rabe.
Heyetê her wiha bi Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey re jî hevdîtinek kir û hewldanên tifaqê yên bi hikumeta Şamê ya demkî û mijarên ewlekariyê yên li Sûriyeyê nirxand.
Di dema konferansê de heyeta MSD'ê her wiha bi parlamenterên Partiya Karker Sam Carling MP û Deirdre Costigan MP re hin hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de jî bûyerên dawî yên li Sûriyeyê, girîngiya pêşvebirina pêvajoya aştiyê û Peymana 10'ê Adarê hatin nirxandin.
Heyet her wiha tevlî civîna bi serokatiya Hevserokê Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamentê (APPG on Kurds) Peter Lamb MP bû, ku ji aliyê Nûnertiya MSD'ê ya li Îngilistanê ve hate lidarxistin.
Di civînê de parlamenterên Partiya Karker Bambos Charalambous, Berdevkê Kampanya Azadî ji Abdullah Ocalan re û Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE Simon Dubbins û endamê meclîsa şaredariya Londonê yê ji Başûrê Kurdistanê CIIr Mo Bakhtiar axivîn.
Ali li civînê axivî û anî ziman ku Sûriye piştî şerê zêdeyî 10 salan di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn, bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û binesazî bi temamî hilweşiya.
Hassan Mohammed Ali got, "Li gel êşên hatin kişandin, îradeya gelê Sûriyeyê gelekî xurt e" û destnîşa kir ku navendîbûna mutleq sedema bingehîn a zilm û komkujiya li hemû civakan e. Ali bombekirina Dêra St. Elias a li Şamê weke mînaka vê nîşan da.
Ali bal kişand ser peymana 10'ê Adarê ya navbera serokê hikumeta Şamê yê demkî Ahmed el Şara û Fermandarê Giştî Yê QSD'ê Mazlûm Ebdi. Ali destnîşan kir ku ev peyman gaveke damezrîner e ku derî li dewleteke nû ya nenavendî û ji du parlamentan vedike, yekdestiya desthilatdariyê bi dawî dike û rê li ber projeyeke neteweyî ya tevgir vedike.
Her wiha hate destnîşankirin ku Qraliyeta Yekbûyî bi afirandina garantiyên dîplomatîk û siyasî yên pêvajoya danûstandinan dikare zemîneke navneteweyî ji bo peymanê ava bike. Nûnerê MSD'ê got, "Li pêşiya me du rê hene: kaos an jî Sûriyeyeke nû ya demokratîk, tevgir, nenavendî û tevlîkar. Em rêya Sûriyeya nû hilbijart û em di wê baweriyê de ne ku Qraliyeta Yekbûyî jî di vê paşerojê de dikare bibe hevkarekî diyarker."
Parlamenterê Partiya Karker Bambos Charalambous jî anî ziman ku divê Sûriyeyeke dûrî terorê bê avakirin, ji bo vê jî divê piştgirî ji QSD'ê re bê dayin, aramiya welêt bê misogerkirin û pêşî li vegera DAÎŞ'ê bê girtin. Simon Dubbins jî ragihand ku Rêveberiya Xweser modeleke demokratîk a tevlîkar pêşkêş dike ku wekheviya zayendî ya civakî xurt dike û fedakariya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî terorê de kir bi bîr xist.