Li Nisêbînê keça 14 salî xwe daleqand

Li Nisêbînê keça 14 salî xwe daleqand

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, keçeke 14 salî xwe xaniqand.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li kolana Yilaz a taxa Abdulkadîr Paşa A.A (14) bi ben xwe bi hesinê pêlikan ve kir û întihar kir.

Cenazeyê A.A ku ji aliyê bavê wê ve hat daxistin, ji bo otopsiyê birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat îddîakirin ku keça xwe întihar kirin li dû xwe nameyek hiştiye û tê îddîakirin ku keça 14 salî gotiye ji ber di dersên wê de 2 qelsî hene, wê xwe kuştiye.