JIN
Hemû Nûçe
-
KBDH: Bi coşa 8'ê Adarê em biherikin qadên Newrozê!
KBDH'ê diyar kir ku agirê Newrozê divê veguhere agirekî hevpar ê bi têkoşîna enternasyonalîst a gelên cîhanê û got, "Divê em dirûşma azadiyê ya 8'ê Adarê li qadên Newrozê bigihînin dirûşma azadiyê." -
Li Amedê hejmara jinên dîlgirtî bû 11 kes
Ji jinên ku li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin dîlgirtin, 4 jin hatin girtin. Hejmara jinên dîlgirtî bû 11 kes. -
PAJK: Wê Newroza 2022’an bibe destpêka hevdîtina bi Rêbertî re
Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe bi peyameke nivîskî Newroza sala 2022’an pîroz kir û got “Wê Newroza 2022’an bibe destpêka hevdîtina bi Rêbertî re û wê jin pêşengtiya xwe ya civakî pêk bînin. -
Li Amedê 7 jin hatin girtin -HATE NÛKIRIN
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de 24 jin hatibûn destgîrkirin. Ji nav 15 jinan 7 jin hatin girtin. -
TJK-E: Em biharbûna jinê bikin biharbûna gelan
TJK-E'yê Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Em biharbûna jinê ya ku bi 8'ê Adarê re dest pê kir bi Newrozê re bikin biharbûna gelan." -
KJK: Kes nikare agirê azadiyê bitefîne
KJK'ê got, jinên Kurdistanê yên ku bûne Newroz, bedena xwe bi agir pêçaye û ti hêz nikare vî agirê azadiyê bitefîne. -
TAJÊ ji bo rizgarkirina Efrînê bang kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera dagirkirina Efrînê de diyar kir ku doza wan û ya Efrînê yek e û ji bo Efrînê jî banga helwestê li hêzên siyasî, rêxistinên medenî û bi taybet jî li rêxistinên jinan kir. -
Li Îzmîr û Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Îzmîr û çar navendên Stenbol agirê Newrozê hate vêxistin. -
Li Amedê sedema destgîrkirinê 25''ê Mijdarê ye
Diyar bû sedema destgîrkirina jinan a li Amedê meşa 25'ê Mijdarê ye. -
Mêrdîn: Rihê berxwedanê yê 8'ê Adarê wê di Newrozê bigere!
Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn got, "Ruhê berxwedanê yê ku jinan di 8'ê Adarê de nîşan dan, divê bandorê li Newrozê jî bike." -
Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê pêxist
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Şevketsumer a Mêrsînê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" agirê ewil ê Newrozê pêxist. -
YJK-E: Di Newrozê de em rengê jinê bidin nîşandan
YJK-E: Wekî di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de em bi ruhê xwe yê berxwedan û serhildanê îsal jî di Newroza 2022’an de rengê xwe yê jinê li hemû qadan bidin nîşandan û bi hev re civaka azad ava bikin. -
Parêzer Vûrgûn: Dadgerî jî şerê taybet dimeşîne
Hevseroka Şaxê Amedê ya OHD'ê Parêzer Ozum Vûrgûn anî ziman ku êriş li dijî jinên Tirkiyeyî têne kirin, lê belê li hemberî jinên Kurdistanê polîtîkayeke şer a taybet û cihê tê meşandin, ev polîtîka di darizandinan de jî tê dîtin. -
Şêwira jinên Kurd bi dawî bû
Şêwira jinên Kurd a ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ bi encamnameyekê dawî bû. -
‘Jinan xwe bi şoreşê re pêş xistin’
Di panela duyemîn a şêwira jinan a li Silêmaniyê de panelîstan anî ziman ku jinan xwe li ser raman û têkoşîna Rojava xwe rêxistin kirin û daxwaza mafê xwe kirin. Jinan banga yekîtiya jinê jî kirin. -
Li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê: Divê em rêxistiniyê geş bikin
Jinên li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê kirin. Di civînê de peyam hate dayin ku li Ermenîstanê rêxistiniya jinan were geşkirin. -
‘Hişmendiya desthilat a mêr jinê qetil dike’
Jinên ku di panela şêwira ‘Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin’ axivîn anî ziman ku sîstema desthilat jinê qir dike û rê li ber mêr tê vekirin ku êrîşî jinê bike. -
Şêwira jinên Kurd li Silêmanî dest pê kir
Şêwira jinên Kurd bi tevlîbûna jinên Kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ dest pê kir. -
‘Wê bandora konferansê li ser Kurdistanê çêbibe’
Şoreşgerên jin ên Kurd diyar kirin Konferansa Çanda Jinên Kevana Zêrîn a 2’emîn di vê pêvajoya krîtîk de pêk hatiye û got “Wê ev konferans bandora xwe li ser Kurdistanê bike.” -
Kongra Star: Şehîd rêya me ronî dikin
Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û got, "Şehîdên Serhildana Qamişlo rêya me ronî dikin." -
TJK-E: Em ê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin
TJK-E'yê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û got, "Em ê bi ruhê 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin. Niha dem dema azadiyê ye, dem êdî dema jinê ye." -
Li Silêmaniyeyê wê sibe Şêwra Jinên Kurd pêk were
Komîsyona Jinan a KNK'ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wê sibe li Silêmaniyeyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê lidar bixin. -
'Têkoşîna me ji bo azadiya hemû jinan e'
Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn li ser 8'ê Adarê got, "Têkoşîn û şerê me ji bo azadiya hemû jinan e. Em xwe li hember azadiya her jinekê berpirsyar dibînin û dixwazin jinan hemûyan ji êşên dikişînin rizgar bikin." -
Ji bo piştevaniya 13 jinan çalakî hate lidarxistin
Ji bo piştevaniya 13 jinên ku di Doza Kobanê de têne darizandin, Meclîsa Jinan a HDP'ê daxuyaniyek da. -
Li Başûrê Kurdistanê jin têne qetilkirin, kujer nayên cezakirin
Di demê dawî de li Başûrê Kurdistanê bi awayekî guman û sedemên bêbingeh jin tên qetilkirin û bersûcê jî bê ceza dimînin. Ji serê salê ve zêdetirî 10 jin bi rengên hovane hatine qetilkirin.