JIN
Hemû Nûçe
-
Norweç li Toûloûseyê hate protestokirin
Radestkirina aktivîsta Kurd Gilîzar Taşdemîr a ji aliyê Norweç a Tirkiyeyê li bajarê Toûloûse ya Frnasayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Sîstan û Belûcistanê sedema zewaca zarokan hejarî ye!
Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê temenê zarokên ku dizewicin daketiye 9’an. Rayedarekî diyar kir ku sedema bingehîn a zewaca zarokan hejarî ye. -
Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê de girt
Polîsan bi ser bûroya JIN NEWS’ê ya Amedê de girt. -
‘Em bêhiqûqiya li dijî Leyla Guven qebûl nakin’
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desteya qesrê desteya şer û patronan e
Meclîsa Jinan a HDP'ê destnîşan kir ku desteya nû ya wezîran 'desteya şer û patronan' e. -
TJA: Pergala nû nîşan dide ku AKP çendî ji jinê dûr e
TJA’yê got, ‘’Biryara yekkirina Wezareta Polîtîkaya Malbat û Civakî û Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî nîşan daye ku AKP çendî ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan dûr e’’. -
Têkoşîna li dijî îstîsmarê divê nesekine
Jinên ku li dijî îstîsmarkirina zarokan têdikoşin, bi biryar in ku heta bidawîbûna vê hovîtiyê li qadan bin. -
Nûçegihana DİHA’yê Orûç hate berdan
Nûçegihana DİHA’yê Şerîfe Orûç a bi BHQ’ê hatibû girtin ji doza jê dihate darizandin hate berdan. -
Îadekirina Taşdemîr li Hambûrgê hate protestokirin
Çalakgera jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr ji aliyê Norwecê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ev teslîmkirin li Hambûrgê hate protestokirin. -
Li Brûkselê teslîm kirina Taşdemîr hate şermezarkirin
Norwêçê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestîr Tirkiyê kir. Li paytexta Belçîkayê Brûkselê ev bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Nûjiyan navê jiyana nû bû..
Nûjiyan ku li ser şopa xaltiya xwe Çîçek Botan çûyî bi xwîşka xwe re tevlî nav refên gerîla dibe. Nûjiyan ku di dilê hevalên xwe de cih digire bû navê jiyana nû.. -
‘Teslîmkirina Taşdemîr biryareke siyasî ye’
Derkete holê ku aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr ku 4’ê Tîrmehê Norwêçê teslîmî Tirkiyê kiribû bi nexweşiyeke giran e û li Elmanya emeliyat bûye. -
Nûriye Gulmen li Enqerê hate destgîrkirin
Akademîsyen Nûriye Gulmen a piştî bi BHQ’ê ji kar hate dûrxistin û bi daxwaz ‘Karê xwe dixwazim’ dest bi greva birsîbûnê kir û piştî 324 rojan û şûnde dawî li çalakiya xwe anîbû, hate destgîrkirin. -
Kuştina zarokan a di dema AKP’ê de li Bernê hate protestokirin
Kuştina zarokan, destdirêjî û destavêtina jinan û şideta li ser jinê ya ki dema desthilata AKP’ê de her ku diçe zêde dibe, li bajarê Bern ê Swêdê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
KJK: Tehdîtkirina Sûylû ya Bûldan ne takekesî ye
Koordînasyona KJK’ê: Tehdîtkirina Sûylû a Bûldan ku bi erka qirkirina Kurdan û civaka Tirkiyeyê bê vînkirin û serê xwe li hemberî Erdogan bide xwarikirin girtiye, ne takekesî ye. -
Kongreya Star: Di kesayeta Taşdemîr de wê têkoşîna me bidome
Koordînasyona Kongreya Star, dewleta Norweç a ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr a radestî dewleta Tirk a faşîst kir şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li dijî deshilatdariya faşîst têkoşînê xurt û bilind bikin. -
Êşkence li hevşaredara girtî kirin
Li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî ye, heqaret tê kirin û lêgerîna bi tazî lê tê ferzkirin. Gardiyanan her wiha li Baran dan û ew xistin hucreyê. -
Di meha Hezîranê de 39 jin hatin qetilkirin
Platforma ‘Em ê cînayetên li ser jinan rawestînin’ binpêkirinên mafan ên li ser jin û zarokan ên di meha Hezîranê de bi raporekê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de 39 jin hatine qetilkirin û li ser 24 zarokan îstîsmara zayendî hatiye kirin. -
Jinên HDP'yî: AKP rê li ber îstîsmar û kuştina zarokan vedike
Meclîsa Jinan a HDP’ê got, "Polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya li jin û zarokan, Leyla û Eylul dan kuştin.” -
Jin li ber Soylû rabûn: Lêborînê bixwaze, îstifa bike
Jinên Wanî, piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwar, xwestin ku Soylû lêborînê bixwaze û îstîfa bike. -
TJK-E Divê hikumeta Norwêcê hejmara girtiyên nexweş zêde neke
TJK-E ji bo serbestberdana siyasetmedara Kurd Akdemîr ku ji bo radestî Tirkiyeyê were kirin li Osloyê girtî ye, bang li hemû saziyan kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Xezayê bi hezaran jin daketin qadan
Li Şerîda Xezayê, di çarçoveya çalakiyan de ku çend meh in dewam dikin, yekemcar bi hezaran jin daketin qadan û xwepêşandanek li dar xistin. Di bûyerê de bi dehan kes birîndar bûn. -
Jinan piştgirî dan karkerên Flormar: Boykot bike
Jinan piştgirî dan karkerên bi hinceta sendîkayî ne ku ji kargehên Flormar hatin derxistin ku ev 50 roj in di berxwedanê de ne. -
Cara yekem e li Tûnûsê jinek dibe seroka şaredariyê
Li paytexta Tûnûsê Tûnûs cara yekem e ku jinek ji bo serokatiya şaredariyê tê hilbijartin. -
Norwêç siyasetmedara Kurd teslîmî Tirkiyê dike
Gulîzar Taşdemîr ku bi salan di nav Tevgera Azadiya Kurd de têkoşiyayî û ji bo ku tedawî bibe çûyî Norwêçê, wê radestî Tirkiyê were kirin ku Tirkiye tim bi êşkenceyan li rojevê ye.