JIN
Hemû Nûçe
-
Festîvala Sakîne Cansiz: Jin, jiyan, azadî!
Jin li Zurîhê di Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a 5’emîn de hatin ba hev. Çalakgera ji Baskê Nekane di festîvalê de axivî û got, “Tişta ku jinan tîne ba hev, têkoşîna Sakîneyan e.” -
Dayikên Şemiyê: Cenazeyê Guney ê ku hatî darvekirin li kû ye?
Dayikên Şemiyê vê carê ji bo Veysel Guney hatin cem hev, ku Guney hatibû darvekirin û cenazeyê hate windakirin. -
Guven:Tirkiye di nav koas û krîzê de ye, çareserî HDP ye
Hevseroka KCD’ê ya rehîn Leyla Guven, ku di rêza pêşî ya Colemêrgê de namzeta parlamenteriyê ye, nameyek nivîsî. Guven got Tirkiye di nav krîz û kaosê de ye, AKP neçar e û bal kişande ser girîngiya HDP’ê. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwekuştina jinan zêde dibe
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê van 3 rojên dawî gelek jinan xwe kuşt. Ji Nîsanê ve bi dehan jinî xwe kuşt. -
TJK-E: Dengê me wê dîktator hilweşîne, teqez em biçin ser sendoqê
TJK-E’yê bal kişande ser giringiya dengên li Ewropayê, bang li hilbijêran kir ku biçin ser sendoqê. TJK-E’yê got, ‘’Her dengekî me li dijî tifaqa komkuj a faşîst a AKP-MHP wê bibe derbeke giran û dîktator bîne xwarê.’’ -
Şen: Bila jin bêhtir çalak bibin
Namzeta HDP'ê ya Kirklareliyê parêzer Dîren Cevahîr Şen got, ji bo jin hîn bêhtir li Tirkiyeyê tevlî siyasetê bibin ew ji partiya jinan ji HDP'ê bûye namzet. -
Li Arjantînê bi deh hezaran jin ji bo kurtajê meşiyan
Li Arjantînê, jinan fûlarên kes li stuyê xwe gerandin û li kolanên Bûenos Aîresê meşiyan. Jinan xwestin kurtaj qanûnî bibe. -
Herî kêm 37 jin meha Gulanê hatin kuştin
Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' ragihand, ku meha Gulanê 37 jin hatine kuştin. -
14. Festîvala Jinê ya Zîlan wê li Dortmundê pêk were
14. Festîvala Jinê ya Zîlan, îsal bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê li bajarê Dortmundê pêk were. -
'Em ê bi jinan biguherin'
Hejmara Hezîranê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin derket. -
Jin wê di Festîvala Sakîne Cansiz de li hev bicivin
Jinên ku dibêjin "Cîhan wê bi têkoşîna Sarayan bixemile" xwe amade dikin ku di Festîvala 5. a Sakîne Cansiz de li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev bicivin. -
Tevgera Jinên Kurd lez da xebatên hilbijartinê
Tevgera Jinên Kurd (TJK-F) li Herêma Champîngny-sûr-Marne ya başûrê rojhilatê paytexta Fransayê, li Parîsê lez da xebatên hilbijartinê. -
Jinan li Stockholmê banga boykotkirina Tirkiyeyê kirin
Komek ji jinên Kurd, li paytexta Swêd Stockholmê daketin qadan û bang kirin ji bo dewleta Tirk bê boykotkirin. -
HDP wê berê gel bidin sindoqên tên vegûhestin
Siyasetmedarên jin anîn ziman ku pêkanîna vegûhestina sindoqên dengên HDP’ê lê pir in ên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hatin kirin wê bê vala derxistin û banga destekê ji gel hate kirin. -
Jinên Amedî: Hêviya me HDP ye!
Jinên Amedî anîn ziman ku wê dengê xwe bidin HDP’ê ya ku ji bo wan bûye hêvî û gotin: “Pêwîstiya hemû Tirkiye û dayikan bi HDP’ê û Demîrtaş heye.” -
Konca û Kuçukkkeleş bi Darleûx re civiyan
Parlemetera HDP’ê Besîme Koçca û endama MYK’ê Çîlem Kuçukkeleş bi Sekretera Netewî ya Partiya Çep a Fansî Corînne Morel Darleûx re li Parîsê civiyan. -
Şervana enternasyonalîst Scheîderbanger hate bîranîn
Şervana enternasyonalîst Ûta Scheîderbanger ê di 31’ê Gulana 2015’an li Herêmê Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bibû, li bajarê Mulheîmê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Amedê buroyên hilbijartinê yên jinan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya xwe ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber didomîne. -
Jinên li Wanê bi biryar in ku AKP'ê li bajarê xwe nehêlin
Jinên li Wanê destnîşan kirin ku HDP partiyeke jinan e û gotin, wê AKP'ê li Wanê nehêlin. -
Jinên TMMOB’ê li Edeneyê piştgirî dan HDP’ê
Jinên TMMOB’ê diyar kirin ku ew girîngiyeke mezin didin temsîliyeta jinan a li meclîsê û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê. -
Rûniştina doza Yuksekdag hate taloq kirin
Rûniştina doza Fîgen Yuksekdag hate taloqkirin ku bi îdîaya heqaret li Ahmet Davûtoglû kiriye tê darizandin. -
'Em ê Efrînê ji vê zilmê rizgar bikin!'
Rêxistina Rojava Jinên Azad ên Sosyalîst got, "Ji bo Efrînê ji nava lepên hêzên tarî rizgar bikin û ji nû ve azad bikin, divê em rabin ser piyan." -
Li Rojava gundê jinan: Jinwar
Piştî hegemoniya hezar salan a li ser pişta jinê ya ku ji aliyê desthilatdariya hişmendiya baviksalarî hatibû kirin, îro li ser axa Rojava û Mezopotamyayê careke din heqîqeta jinê şax vedide. -
Dayikên Aştiyê: Em piştgiriyê bidin Demîrtaş
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokoz got, "Bila mirovên me nexapin. Hêvî em in. Em dest bidin hev û piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş." -
TJK-F kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F), kongreya xwe ya duyemîn li paytexta Fransa Parîsê li dar xist.