JIN
Meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, di roja duyemîn de li Rihayê dewam kir.
Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsûf, peyama hevgirtinê ji bo meşa jinan a doh li Amedê bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” şand.
Jinên ku beşdarî meşa azadiyê bûne gotin, "Ji beşên berfireh ên civakê banga aştî û civaka demokratîk tê kirin. Ev bang ne bi rûniştinê, lê bi civakîbûnê re dikare pêk were. Lewma me ji Amedê ber bi Enqereyê dest bi meşê kirin."
Meşa 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin' a Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê destpê kir.
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistinên jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî bûyerên dawî yên li Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan.
Hemû Nûçe
-
Her 8'ê Adarê hêviya azadiyê geştir dike
Va ye îro jî li Kurdistan û hemû cîhanê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana serdemê ve tê pêşwazîkirin, tê pîrozkirin. Ev jî nîşan dide ku coş û kelecana 8'ê Adarê, ruhê berxwedanê mora xwe li her serdemê dide û hêviya siberojên azad timî geş dike.
-
-
-
-
-
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Endama Koordînasyona PAJK’ê Gulçiya Gabar cejna 8’ê Adarê li jinên Efrînê û hemû jinan pîroz kir û got: “Rêberê me îdeolojiya rizgariya jinê di 8’ê Adarê de diyarî hemû jinan kiriye û tekoşîna jinê kiriye malê civakê.”
-
-
-
-
-
-
TJK-E: Azadiya jinê xewn nîne, rastiyek e
TJK-E li ser 8'ê Adarê daxuyanî da û got, "Divê jinên cîhanê bi xurtî xwedî li Rojava derkevin. Bi vî rengî em dikarin wate û bersiva herî radest bidin roja jinên kedkar ên cîhanê. Azadiya jinê xewn nîne; rastiyek e."
-
-
Peyama Yuksekdag û Tûncelê ya 8’ê Adarê
Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel li ser navê jinên di girtîgehan de peyam şandin mîtînga 8’ê Adarê û gotin, “Ji Efrînê heta Amedê, ji Şengalê heta Stenbolê li her derê em biqîrin: Tekane rê azadî ye.”
-
-
-
Jin bi hemû rengên xwe diçine Bakirkoyê
Bi hezaran jin diçine mîtînga 8’ê Adarê ya Platfortma 8’ê Adarê ya Stenbolê ku bi dirûşma "Li dijî şer, Rewşa Awarte, zayenditiyê, bi ked, nasnameya xwe em ji bo azadiyê li ber xwe didin" li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê pêk tê.
-
KJK'ê bang li jinên cîhanê kir
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê deklarasyonek ji bo hemû jinên cîhanê re weşand.
-
-
YPJ: Îradeya me ji hemû çekan xurtir e
Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku wê bi hezkirin û baweriyeke mezin heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û diyar kir, YPJ bi hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê, ziravê hêzên dagirker diqetînin.
-
Jinên Kurd wê li 86 cihî çalakiyan li dar bixin
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, bi wesîleya 8'ê Adarê wê ji Ewropa heta Amerîka û Awûstralyayê çalakiyan li dar bixe. Aktîvîsta tevgera jinê Songul Omurcan got, li 86 cihî wê çalakî bên lidarxistin.
-
-
‘Ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê wê jin li qadan bin’
Endama Komîteya Amadekar Serap Kiliç diyar kir ku êrîş û tundiya dewlet û zilam ên li ser jinê bênavber berdewam dike û got: “Li dijî qirkirinên civakî û faşîzmê wê jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.”
-
-